Adil Ebdulmehdî: Ji destpêka dewleta Iraqê ve Doza Kurdî hebûye

23-07-2019
RÛDAW
Nîşan Iraq Adil Ebdulmehdî Kurd Doza Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî da xuyakirin, ku ji destpêka avakirina dewleta Iraqê ve doza Kurdî hebûye û niha ew ji bo çareseriyê kar dikin.

 

Adil Ebdulmehdî ku li Bexdayê ji çend medyayên wî welatî re diaxifî, ev yek jî anî ziman, ku ew welatiyên Kurd ji welatiyên din ên Iraqê cuda nake, û ew giringiyê dide çareseriyê.

 

Di vê derbarê de, Ebdulmehdî got: “Ne mumkin e, ez Kurdan cuda bibînim ji kesên din, tevahiya iraqiyan iraqî ne, lê tayetmedniya her dosyeyekê heye, heger em behsa Êzidiyan bikin, di rewşeke diyarkirî de xwedî giringiyeke diyarkirî bûn, divê em xizmeta vê doseyê bikin, ew jî li gor taybetmendiya wê.”

 

Serokwezîrê Iraqê herwiha diyar kir, ji destpêka damezrandina dewleta Iraqê ve Doza Kurdî li wî welatî hebûye û ew doz ne girêdayî mijarên weke bûdceyê yan petrolê, yan her pirsgirêkeke din e.

 

Adil Ebdulmehdî da xuyakirin, ew hewla çareseriya Doza Kurdî li Iraqê dide û got: “Doza Kurdî dozeke ku ji destpêka avakirina dewleta Iraqê û heya roja îro heye, berî van hikûmet û rejîman, di dema paşayetiyê de, di dema Bekir Sidîq de, doza Kurdî hebû, têkiliyia wê ne bi bûdceyê û ne jî bi neftê hebû, dozeke Kurdî hebû, gelo emê jî alîkariyê bikin ji bo çareserkirina vê pirsê, yan em alîkariyê nakin, lewra ev ximzeteke ji Iraqê re, ku wekhev hebe û em alîkar bin di çareserkirina tevahiay pirsgirêkan de.”

 

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir, ku ew bi çavekî li kêşeyên pêkhateyên li Iraqê mêze dikin û diayr kir: “Îro dema ku tiştek bi ser Şebek, Sabîe, Turkmen, Ereb, Sune û Şîe de tê, em hewl didin çareseiyê bibînin, û em li ser çend dosyeyên giring nasekinin, lê em tevahiya wan bi rêya vê doseyê re dibînin, ku divê ew di cihê xwe yê rast de be, daku dosyeyên din bêne çareserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst