Gorên bikom ên li Semaweyê tê kirin: Rûfatên 400 kesên Kurd têde hene

23-07-2019
RÛDAW
 Tîma Niştimanî ya Gorên Bikom li Semawe dest bi vekirina pêncemîn gora bikom dike.
Tîma Niştimanî ya Gorên Bikom li Semawe dest bi vekirina pêncemîn gora bikom dike.
Nîşan Iraq Semawe Gorên bikom Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Niştimanî ya Gorên Bikom li Semawe dest bi vekirina pêncemîn gora bikom kir ku hemû ‎rûfatên nav gorê Kurd û xelkê devera Germiyan in û di serdema hikûmeta Beisê de hatin ‎kuştin û bikom hatine binaxkirin. Beşeke zêde ya rûfatên nav gore jin û zarok in.‎

 

Rêveberê Rêveberiya Gorên Bikom li Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan Sîrwan Celal ji Tora ‎Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku dest bi vekirina goreke din a bikom li qezaya Selman ser bi ‎parêzgeha Semawe kirine, ku pêncemîn gora bikom e li navçeyê û piştre dest bi vekirina du ‎gorên din dikin ku 400 rûfat di hersê goran de ne.‎

 

Sîrwan Celal behsa wê yekê kir ku ew hersê goran vedikin, rûfatan dibin Peymangeha Pizîşkiya ‎Dadwerî ya Bexdayê, daku pişkinîna DNA bo wan bê kirin û piştre dibe pişkinîn bo kesûkarên ‎wan jî bê kirin.‎‏ ‏ Piştî rûxana hikûmeta Beisê, li Semawe hejmareke din a gorên bikom hatin ‎dîtin û rûfatên di nav wan de bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.‎

 

Li gor amarên Rêveberiya Gorên Bikom li Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan, ji sala 2004ê e çar ‎gorên bikom hatine vekirin, hemû rûfatên di nav wan de Kurd û xelkê devera Barzan û ‎Germiyan bûn.‎

 

Sala 2004ê du gorên bikom hatin vekirin, 114 rûfat di gora yekem de bûn, gora duyem 45 rûfat, ‎sala 2005ê gorek hat vekirin ku 503 rûfat têde bûn, sala 2013ê goreke din hat vekirin û 93 rûfat ‎têde bûn.‎

 

Tîma Niştimanî ya Gorên Bikom ku ji Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma ‎Kurdistanê, Dezgeha Şehîdan a Iraqê û Peymangeha Pizîşkiya Dadwerî ya Bexdayê pêk tê, ji îro ‎ve heta 1ê Tebaxê hersê gorên bikom ên li Semawe vedikin.‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst