Wezîrê Berevniya Iraqê: Artêş rê nade ti hewlên parçekirina welat

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Irfan Mehmûd Elheyalî li Îranê di civîna li gel nûnerê rêberê Îranê de ragihand: “Artêşa Iraqê rê nade ti rêkareke neyasayî ya ji bo parçekirina Iraqê.”

 

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê ku ji duh roja şembiyê ve bi serdanê li Îranê ye, îro yekşembî 23ê Tîrmehê bi Sekreterê Encumena Bilind a Asayişa Netewî ya Îranê û nûnerê rêberê Îranê, Elî Şemxanî re civiya.

 

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, Irfan Mehmûd Elheyalî di vê civînê de ji Elî Şemxanî re ragihandiye: “Artêşa Iraqê bi şêweyeke serbixwe û bi piştgirêdana bi ezmûna salên bihorî rûbirûyê her dijminkarî û dagîrkirineke bo ser xaka xwe ve dibe û rê jî nade ti fitneyeke nû û rêkarên neyasayî yên ji bo parçekirina Iraqê.”

 

Irfan Elheyalî herwiha spasiya piştevaniyên berfireh ên hikûmet û hêzên çekdarên Îranê bo Iraqê dike û rola Îranê di serkevtinên Iraqê yên li hember terorê bi giring û çarenivîssaz bi nav dike.

 

Li gorî IRNAyê, Sekreterê Encumena Asayişa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî jî di vê civînê de ragihandiye: “Parastina serweriya niştimaniya Iraqê û yekîtiya xaka wê, asayiş û îstiqrara wê diparêze û herwiha berjewendiya gişt netew û pêkhateyên Iraqê jî diparêze.”

 

Elî Şemxanî ku weke nûnerê rêberê Îranê Elî Xaminêyî jî tê naskirin, herwiha bi nerasterast amaje bi referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî kiriye û gotiye: “Arasteya hewldan bo parçekirinê, zemîneyê bo berfirehbûna temahkariya dijminên Iraqê çê dike û dibe sedema derfetê bo nemana ewlehî û îstiqrara Iraqê jî.”