Mele Bextiyar bo Ebadî: Destûr neyê cîbicîkirin li Iraqê aramî pêk nayê

23-05-2018
RÛDAW
Nîşan Heyder Ebadî Bexda YNK Mele Bextiyar
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Berpirsê Desteya Kargêrî yê YNKê Mela Bextiyar di hevdîtina li gel Heyder Ebadî de ragihand, ku ew weke aliyên Kurd hewl didin ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi yekgirtî beşdarî guftûgoyan bibin.

 

Şandeke Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya bi serokatiya Mele Bextiyar îro li gel Serokwezîrê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî hevdîtin pêk anî.

 

Li gorî medyaya YNKê di hevdîtinê de Mele Bextiyar ji Ebadî re got: “Heta pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta navendî ya Iraqê de çareser nebin, destûr neyê cîbicîkirin, aramî nayê Iraqê.”

 

Mele Bextiyar herwiha ragihand: “Çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û cîbicîkirina Madeya 140 a destûrê, çareserkirina bûdceya Herêma Kurdistanê û ya pêşmerge, mafên demokratîk ên gelê Kurdistanê ne. Ji bo guftûgoyan YNK van xalan bingeh dibîne.”

 

Mele Bextiyar eşkere kiriye, ku ew hewl didin wek aliyên Kurdistanî bi şandeke hevbeş û bernameyeke hevpar tevlî gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû bibin.

 

Hêjayê gotinê ye ku îro Çarşemê Sibe 23-05-2018 şandeke payebilind a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Berpirsê Desteya Kargêrî Mela Bextiyar û bi endamtiya Rizgar Elî, Xalid Şiwanî, Firyad Rewandizî, Sedûn Feylî çû Bexdayê.

 

Şanda YNKê li gel Serokomar Fûad Mehsûm û şanda PDKê civiya. Herwiha paşî li gel Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedr hevdîtinek kir.

 

Berpirsê Ragihandinê yê Polîtburoya YNKê Karwan Yareweys ragihand, ku şanda YNKê li gel aliyên serkeftî yên Iraqê dest bi civînan kiriye û diyar kir, ku şanda wan dê îro li gel Nûrî Malîkî û sibe jî li gel aliyên Sunnî kom bibe.

 

Hêjayê gotinê ye, ku duh jî şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Fazil Mîranî çûbû Bexdayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst