Selîm Cibûrî bi fraksyonên Kurdistanî re civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî li Hewlêrê bi Serokên Fraksyonên Kurdistanî yên di Parlamentoya Iraqê de hevdîtin pêk anî.

 

Îro duşemî 23ê Gulanê Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî di çarçoveya serdana xwe ya bo Başûrê Kurdistanê de, saet 18:00ê êvariya îro ligel serokên fraksyonên Kurdistanî yên di Parlamentoya Iraqê de civiya,

 

Di civînê de nûnerê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî amade bû.

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, “civîna îro bo gotûbêjkirina çawaniya vegera Kurd bo Bexdayê ye.”

 

Herwiha îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî pêşwazî li Selîm Cibûrî û şandeke pê re kir.

 

Di vê hevdîtinê de Cibûrî ragihand: “Fraksyonên parlamentoyê li ser civînan û pevguhertina nêrînan berdewam in, daku bigihîjin çaresereke hevbeş û komîteyên parlamentoyê jî li ser karên xwe berdewam bin.”