Financial Times: DAIŞ dikare bigihê Bexdayê

23-05-2015
RÛDAW
Nîşan Rumadî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya Financial Times a Berîtanî behsa metirsiyên pêveçûnên çekdarên rêxistina DAIŞê dike û tekez dike ku, ew çekdar bi rêya parêzgeha Enbarê xwe bigihînin Bexdayê.

Financial Times di hejmara xwe ya îro de, di bi navê Metirsiyên Pêşveçûnên DAIŞê li Iraq û Sûriyê de, ragihand: “Ketina bajarê Rumadî yê Iraqê û bajarê Tedmurê yê Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve, tenê piştî çend hefteyan ji derxistina wê rêzistinê ji bajarê Tikrît ê nava Iraqê, hat.”

Wê rojanameyê wiha got: “Rumadî paytexta parêzgeha Enbarê ye, ku sînorê wê parêzgehê bi Iraq û Sûriyê re ye û ew çekdar dikarin bi rêya Enbarê re xwe bigihînin Bexdayê.”

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Giştî yê Rêxistina Bedir û Berpirsê Hêza Heşdul Şeibî yên şîeyan, Hadî Amirî îro di daxuyaniyekê de li metrisiya DAIŞê li ser Bexdayê mikur hat û hişyarî da û got: “Eger em bilez vê metirsiyê dûr nexin, dê bajarê Bexdayê jî bigire.”

Hadî Amirî ragihand ku, hevpeymaniya navdewletî dê ti alîkariya wan neke, lewma daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku pereyan ji hêzên ewlehiyê û Heşdul Şeibî re peyda bike.

Amirî wiha domand: “Me hêza Heşdul Şeibî di nava salekê de ava kir, di dema ku avakirina Hêzên Pasdarên Îranê 8 salan dirêj kir.”

Di roja 17ê vê mehê de, piştî ku hêzên Iraqê xwe ji bajarê Rumadî (navenda parêzgeha Enbarê) vekişandin, çekdarên DAIŞê bajar bi tevahî girtin.

 Parêzgeha Enbarê mezintirîn parêzghea Sunniyên Iraqê ye û niha zêdetirî %90ê axa wê parêzgehê di bin destê rêxistina DAIŞê de ye. Giringitîn navçeyên wê parêzgehê û bi taybet sînorê navbera Iraq û Sûriyê bi tevahî ketine destê wê rêxistinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst