Îstixbarata Iraqê: Serbirê DAIŞê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Iraqê desteserkirina serbirê rêxistina çekdar a DAIŞê ragihand.

 

Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku hêzên Rêveberiya Îstixbarata leşkerî, piştî wergirtina zanyariyên bi hûrgilî, yek ji çekdarên DAIŞê desteser kir, ku weke 'serbir' tê nasîn.

 

Li gor zanyariyên Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê, desteserkirina wî çekdarê DAIŞê piştî wê yekê bû ku ji Sûriyê bi dizî derbasî nav axa Iraqê bûye.

 

Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê eşkere kir ku ew çekdar di çendîn dîmenên belavkirî yên DAIŞê de derketiye ku serê xelkê dibire û çendîn karên kuştinê li Iraq û Sûriyê encam daye.