Berdevka YNKê: Wezîrê Navxwe ji ber Ala Kurdistanê dê lêborînê ji ciwanê Kurd bixwaze

23-01-2023
RÛDAW
Ala Kurdistanê di destê ciwanekî Kurd de li stadyuma Besrayê.
Ala Kurdistanê di destê ciwanekî Kurd de li stadyuma Besrayê.
Nîşan Ala Kurdistanê Kurd Besra Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, Wezîrê Navxwe yê Iraqê gotiye, em li wî welatiyê Kurd digerin ku ji aliyê du welatiyên ereb ve li yarîgeha Besrayê rê li wî hatibû girtin ku ala Kurdistanê bilind bike û dê lêborînê ji wî bixwazin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê amadekariya lêborînê ji xortekî Kurd dike ku di fînala Kûpaya Kendavê de ji aliyê alîgirên ereb ên Iraqê ve rê li wî hatibû girtin ku ala Kurdistanê bilind bike.

Li gor dîmeneke vîdyoyî ku di torên civakî de hatine belavkirin, li stadyuma navdewletî ya Besrayê di lîstika fînalê ya Kûpaya Kendavê de du kes Ala Kurdistanê ji xortekî Kurd distînin û rê nadin ku Ala Kurdistanê bilind bike.

Destwerdana alîgirên Ereb ên Iraqî yên li ser wî ciwanê Kurd û rêgirtin li ber bilindkirina Ala Kurdistanê ji aliyê wî alîgirê tîma Iraqê ve bû sedema bertekan.

Parlamentera Kurd û Parlamentera Kurd Suzan Mensûr diyar kir ku li ser vê mijarê bi Wezareta Navxwe ya Iraqê re axiviye û rayedarên wezaretê gotine, eger ew welatiyên ku Ala Kurdistanê ji destê wan hatiye standin bibînin, dê bi fermî lêborînê ji wan bixwazin.

Iraq piştî 44 salan yekem car mêvandariya Kûpaya Kendavê kir. Di kûpayê de ku li Besrayê hat lidarxistin, Iraq ji tîma Omanê bir û bû şampiyon.

Di lîstika fînalê de ku Iraq bû şampiyon, gelek welatiyên Herêma Kurdistanê bi cil û bergên Kurdî û alên Kurdistanê beşdar bûn.

Lê di fînalê de 2 kesên Ereb rê li ciwanekî Kurd digirin ku Ala Kurdistanê bilind kiriye û bi zorê ala di destê wî de tînin xwarê û jê distînin.

Berdevka Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê, Suzan Mensûr di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Wezîrê Navxwe yê Iraqê ji min re got, ew li wî welatiyê Kurd digerin ku ji aliyê du welatiyên Ereb ve rê wî hat kirin ku li yarîgeha Besrayê Ala Kurdistanê bilind bike û divê bi fermî lêborîn ji wî were xwestin.”

Suzan Mensûr herwiha got: “Di Şampiyoniya Kendavê ya 25 de hejmarek ji kurdan bi cilûbergên Kurdî wek temaşevan amade bûn, dema hat zanîn Kurd ji bo temaşekirina lîstikê hatine Besrayê, li stadyumê stranên Kurdî hatin weşandin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst