Li ser komkujiya Spykerê 31 kes hatin îdamkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda perwerdehiya leşkerî ya Spykerê li Iraqê ji aliyê DAIŞê ve komkujiyek hatibû kirin û bi sedan leşkerên Iraqê hatibûn kuştin. Li ser vê bûyerê, ji bo 31 kesan bi tohmeta tevlibûna komkujiyê cezayê îdamê hatibû dayîn û hat ragihandin ku ev ceza hatiye cîbicîkirin.

 

Qaymeqamê bajarê Samerayê yê girêdayî parêzgeha Selahedînê ve Mehmûd Xelef daxuyaniyek da û aşkera kir, ku cezayê 31 kesên ku tevli komkujiya Spykerê bûne, hatiye sepandin.

 

Herwiha Xelef diyar kir, cenazeyên 31 kesan bo nexweşxaneya Samerayê hatine hinartin û ew li bendê ne ku termên wan bidin malbatên wan.

 

DAIŞê di 12ê Hezîrana 2012ê de, li Navenda Leşkerî ya Spykerê 1 hezar û 700 leşkerên Iraqê êxsîr kiribûn û piştre ew bi komî kuştibûn.

 

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî de hatibû belavkirin, nîşan dida ku çekdarên DAIŞê, leşkeran dikujin û termên wan diavêjin Çemê Dîcleyê.

 

Parlamentoya Iraqê pêştir aşkere kiribû, kesên ku hatine kuştin, xwendekarên leşkerî û peywirdarên ewlehiyê bûne.

 

Piştî ku parêzgeha Selahedînê kete destê Artêşa Iraqê, hin goristanên komî yên leşkeran hatin dîtin.