Kurd bo qebûlkirina bûdceya Iraqê 5 mercan datînin pêşiya Bexdayê

22-12-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Bazirganiya Iraqê Dr. Xeyrullah Hesen, diyar kir ku eger daxwaziyên kurdan derheqê bûdceya giştî ya sala 2014an a Iraqê neyê qebûlkirin dê wek wezîrên kurd ên di hikûmeta Iraqê de helwest nîşan bidin.

Encumena Wezîran a Iraqê dê îro (22.12.2013) li ser bûdceya Iraqê ya sala 2014an bicive.

Derheqê vê civînê de Wezîrê Bazirganiya Iraqê Dr. Xeyrullah Hesen, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, kurd 5 tiştan dixwazin ji civînê û dê vê yekê bixin rojeva civînê û wiha axivî: “Eger helwesta encumena wezîran li ser van daxwazan erênî nebe wê çaxê emê wek wezîrên kurd li hember hikûmetê helwest bigirin.”

Dr. Xeyrullah Hesen her wiha da zanîn ku yek ji daxwaziyên kurdan ji bûdceya Iraqê dayîna pişka Herêma Kurdistanê ye û wiha anî ziman: “Pişka Herêma Kurdistanê 17% e lê niha tenê 10.3-10.5% didin Herêma Kurdistanê. Ev jî bi hêceta wê ku xercên mîrî zêde bûye lê em dixwazin ev xerc li gorî qanûnê bên destnîşankirin.”

Dr. Hesen eşkere kir ku duyemîn daxwaziya kurdan, bûdceya pêşmerge û dabînkirina pêdiviyên serbazî yên hêzên pêşmerge ye, sêyemîn daxwazî cezakirina Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê ji ber bikaranîna înternetê, çaremîn daxwazî jî cîbicîkirina madeya 140 a Qanûna Bingehîn a Iraqê ye, çimkî piştî 8 salan tenê nîvê wan kesên ku divê bên qerebûkirin, hatine qerebûkirin û wiha got: “Ji ber wê jî em dixwazin bûdceya madeya 140 were zêdekirin.”

Li gorî wezîrê bazirganiyê, daxwaziya pêncemîn a kurdan ji bûdceya Iraqê, girêdayî wergirtina deyin ji aliyê wezareta darayî ya Iraqê ji banka navendî ye û wezîrên kurd jî daxwaza 17%ê pişka wî deyinî dikin.

Li gorî reşnivîsa bûdceya sala 2014an a Iraqê, bûdceya welêt 174.6 (nêzîkî 140 milyar dolar) trîlyon dînar hatiye hesibandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst