Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya peyvendiyên xwe yên li Bexdayê de bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan û li ser navê Hevpeymaniya Siyade Wezîrê Plandananê ya Iraqê Mihemed Temîm re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji bo gotûbêjkirina pêkanîna destûrê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê çû Bexdayê.

Barzanî li gel Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd civiya

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa xirab apenaberên Iraqî yên li kampan hatine gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Iraqê di civînê de tekezî li ser wê yekê kirin ku ji bo baştirkirina rewşa jiyana koçberan û vegerandina wan bi silametî bo malên xwe, divê hewlên hevbeş bên kirin.

Di hevdîtinê ku behsa pêşhatên dawî yên ewlekarî, siyasî û aborî yên Iraqê hat kirin û piştevaniya hikûmeta nû ya Iraqê bo pêngavên cîbicîkirina bernameya xwe ya ji bo baştirkirina jiyana welatiyan û baştirkirina xizmetguzariyê dikin.

Herwaha herdu aliyan bal kişandin ser wê yekê ku divê Iraq li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş bi welatên cîran re peywendiyên xwe hebin û tekez li ser pêwîstiya hevkariyê bo aramî û asayîşa welat kirin.

Barzanî û Letîf tekezî li ser têkoşînda dijî DAIŞê kirin û balkişand li ser hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmerge ji bo jinavbirina terorê.

Li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, serkirdeyan li ser wê yekê hevfikir bûn ku çareserî bi diyaloga avaker pêk were û bingeha destûrî bi awayekî dadperwerane bê dabînkirin ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike.

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan li Bexdayê civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de her du aliyan li ser mekanîzma piştevaniyê li dadweriyê û dabînkirina hemû pêdawîstiyên serkeftina karê dadgehan li Iraqê û Herêma Kurdistanê gotubêj kirin û ji bo rûbirûbûna astengiyan ku welat di nav aramiyê da bijî tekezî li ser girîngiya karê hevbeş di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê da kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî jî balkişand li ser girîngiya rola dezgeha dadwerî di aramî û birêvebirina welat da û bi taybetî jî balkişand li ser amadebûn û rola aktîv ya Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê.

Hevdîtina bi Hevpeymaniya Siyade re

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de li ser navê Hevpeymaniya Siyade bi Wezîrê Plandananê ya Iraqê Mihemed Temîm re hevdîtinek pêk anî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civîna bi Hevpeymaniya Siyade re de, her du aliyan ji bo derbaskirina wan zehmetiyên ku di hemû waran de rûbirûyê welat dibin tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya hêz û pêkhateyên niştimanî yên Iraqê kirin.

Di beşeke din a daxuyaniya Serokatiyê de hat diyarkirin ku tekezî li ser girîngiya bihevre karkirin û hevkariya di navbera desthilat û hêzên siyasî yên ji bo çareserkirina kêşeyên welat bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyên Iraqê û aştî û aramiya welat mîsoger bike.

Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî rewşa Iraqê nirxandin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarcoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi Serokê Hevpeymaniya Nasir Heyder Ebadî re jî civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civîn Barzanî û Ebadî de, rewşa siyasî û emnî ya welat û girîngiya piştevanîkirina Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo cîbicîkirin û serxistina bernameya wê, û herwisa karê bi hev ra û perpirsiyariya hevbeş ya partî û pêkhateyên Iraqê ji bo derbaskirina aloziyan hatin gotûbêjkirin.

Heriwa di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du aliyan li ser peywendiyên Iraqê digel welatên cîran û rewşa navçeyê axivîne.

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Desteya Heşda Şaibî Falih Feyaz gef û metirsiyên terorê gotubêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî û Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz pêşhatên dawiyê yên rewşa emnî li welat û gef û metirsiyên terorê û kiryarên Daîşê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtina navbera Nêçîrvan Barzanî û Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz de her du aliyan tekez li ser pêwîstî û giringiya zêdetir berfirehkirina hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge, artêş û hêzên ewlehiyê yên Îraqê da ji bona rûbirûbûna metirsî û gefên Daîşê, bi taybet li navçeyên madeya 140ê û jinavbirina teror û Daîş bi yekcarî kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Parastina aramî û seqamgîriya emnî û siyasî û serweriya welat û bihêzkirina hevkarî û berpirsiyariya hevbeş a aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê ji bo vê mebestê, digel pirsa bombebarankirin û armanckirina Herêma Kurdistanê ji aliyê welatên cîran ve ku mijareke din a hevdîtinê bû.