Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

22-11-2018
RÛDAW
Serok Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li Bexdayê. Wêne: Rûdaw
Serok Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li Bexdayê. Wêne: Rûdaw
Nîşan Barzanî Kurdistan Bexda Iraq
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî kêlîkek berî niha gihîşte Bexda ya paytexta Iraqê û ji aliyê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ve hate pêşwazîkirin.

 

Balafira Serok Barzanî îro Pêncşembî 22ê Mijdara 2018ê derdora saet 11:30an li balafirxaneya navdewletiya Bexdayê danî.

 

Ji bo pêşwazîkirina Barzanî, li balafirxaneya navdewletiya Bexdayê amadekariyên fermî hatine kirin û weke protokola femrî maforê sor di merasîma pêşwaziya Barzanî de hatibû danîn.


Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê, Senger Ebdulrehman ragihand, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên û çend wezîr û rayedarên din ên Iraqê di merasîma pêşwaziya Barzanî de amade bûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, Serok Barzanî dê îro li Bexdayê çend hevdîtin û civînên giring bi berpirsên hikûmeta Iraqê re saz bike.

 

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, Serok Barzanî dê îro bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û çend rayedarên din ên iraqî re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst