Li Îraqê bi mûşekan êrişî binkeya Amerêkayê hat kirin

22-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Balafirgeha Helebê Balafirgeha Şamê Mûşekbarankirin Eyn Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li dijî binkeya asmanî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ku leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî lê ne, bi mûşekan êriş hat kirin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên ku ji Rûdawê re axivîn, derdora saet 01:30î de li ser binkeya leşkerî ya Eyn Esedê êrişeke bi mûşekan hatiye kirin û li binkeyê dengê teqînan hatine bihîstin.

Herwiha çavkaniyên leşkerî yên ku ji Reutersê re axivîn jî piştrast kirin ku êrişek li ser baregehê pêk hatiye lê derbarê ziyanên canî de ti agahî parve nekirin.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Roja 18ê Çiriya Pêşîn bi dronan êrişî hêzên Amerîkayê yên li Bingeha Eyn Esed hat kirin, çavkaniyekê ji hêzên Amerîkayê ragihand ku karîne bersiva wan dronan bidin.

Şeva 19ê Çiriya Pêşîn jî êrişî Bingeha Esmanî ya Eyn Esedê ya Îraqê hat kirin û dengê çend teqînan li nav bingeh hat bihîstin.

Piştî êrişê “Miqawemeya Îslamî ya Îraqê” ragihand ku bi çend mûşekan Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê kirine armanc û serkeftî bûye.

Ji wê demê ve hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Bingeha Esmanî ya Eyn Esedê ya Enbarê, Bingeha Esmanî ya Herîrê ya li bajarokê Herîrê ya parêzgeha Hewlêrê û li bingeheke nêzîkî Balafirgeha Bexdayê, rûbirûyê pênc êrişan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst