Li Enbar termên 20 çekdarên DAIŞê hatin dîtin

22-10-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Enbar Rumadî DAIŞ Gora bikom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qayimmeqamê Qezaya Rumadî ya navenda parêzgeha Enbarê ragihand, hêzên ewlekariyê hejmarek termên çekdarên DAIŞê li bakurê vê parêzgehê dîtine, ku zêdeyî salekê dibe di nav goreke bikom de hatine veşartin.

 

Qayimmeqamê Qezaya Rumadî Îbrahîm Osic ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, ku berê jî termên çekdarên DAIŞê li çolistanên navçeyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine dîtin û got: "Di şerên derbasbûyî de DAIŞê çekdarên xwe yên kuştî li çolistanan bikom veşartine daku bandorê li çekdarên din neke."


Îbrahîm Osic diyar kir, ku Yekşema derbasbûyî jî di operasyonekê de hejmarek termên çekdarên DAIŞê li bakurê parêzgeha Enbarê hatine dîtin û hinek ji wan bi cil û bergên xwe hatine naskirin û got: "Bi baweriya min gorên din ên bikom mane û di rojên bê de tên dîtin."

 

Qayimmeqamê Rumadî da zanîn, ku heta niha nayê zanîn ew çekdar Iraqî ne yan na, ji ber zêdeyî salekê ye hatine veşartin û têk çûne, lê yekalî bûye ku çekdarên DAIŞê ne.

 

Îbrahîm Osic da xuyakirin, ku ji ber topbaran, rûbirûbûna di dema operasyonan de, cihê gule û birînan bi laşê wan ve diyar e û li derveyî bajaran li çolistanan hatine veşartin daku bandoreke nerênî li çekdarên din neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst