MÛSIL - Ji Bexdayê her sal 10 milyar dolar bûdce
Rûdaw – Hewlêr
Duyem mezintirîn bajarê Iraqê ku bêhtirî du sala ye li jêr destê DAIŞê ye û niha çavê hemû dinyayê li ser e ji bo derxistina wê ji destê DAIŞê, çavkaniyeke sereke ya peydakirina nanê Iraqê bû. Şarezayekî aborî dibêje ku serwet û samaneke xwezayî ya pir mezin li Mûsilê heye.
Di warê aborî de, Parêzgeha Neynewayê xwediya cihekî bihêz e, axa wê dewlemend e û serwet û samanên wê yên xwezayî pir in. Herwiha di salên borî de ev parêzgeh yek ji navçeyên pîşesazî yên herî girîng li Iraqê bû.
600 milyon ton kibrît
Şêwirmendê Aborî yê Ajansa Parastina Asayîşa Kurdistanê Dr. Bêwar Xinsî dibêje: "Di warê zevînasiyê de, gelek madeyên siruştî li Mûsilê hene ku li temamiya Iraqê pir kêm peyda dibin."
Xinsî amaje da wan madeyên siruştî û ji Rûdawê re got: "Li Neynewayê zeviyeke berhemanîna kibrîtê heye bi navê zeviya kibrîta Mîşraqê ku her sal dikare milyonek ton kibrît berhem bîne. Kibrîta yedek jî li wê navçeyê dora 600 milyon tonî ye. Bihayê wê yê aborî jî wek 10 milyar dolaran tê texmînkirin."
Kibrît di çend cureyên pîşesazî de tê bikaranîn, wek pîşesaziya çêkirina teqemeniyan. Çekdarên DAIŞê di piraniya êrişên xwe de madeya kibrîtê bikar anîne wek madeyeke jehrdar, ku berhema zeviya kibrîta Mîşraqê bû û di depoyan de hatibû parastin. Hinek ji wan depoyan ji hêla firokeyên hevpeymanan hatine tarûmarkirin.
Samaneke din a Parêzgeha Neynewayê kevir e. Xinsî dibêje: "Li Neynewayê kevirên bi nirx û sosret pir in. Piraniya kevirên helan, mermer, seramîk û kevirên karbonî li navçe û deştên Parêzgeha Neynewayê hene."
Li tihêla van samanên siruştî yên Parêzgeha Neynewayê, ev parêzgeh bi ava meidenî jî zengîn e ku wek çareseriya pizîşkî tê bikaranîn û berê geştyarên wê yên taybet jî hebûn nola ava Hemam Elîlê.
100 kargehên çîmento û blokan lê hene
Ji bilî wan sektoran, di aliyê pîşesazî de bi hezaran kargehên girîng li Parêzgeha Mûsilê hene ku ji sektorên avakirin, xwarin, samanên siruştî û elektronî û...hwd pêk tên.
Li Parêzgeha Neynewayê bêhtirî hezar kargehên çîmento û blokan hene û pêdiviyên hin parêzgehên Iraqê yên din jî ji çîmento û blokan ji hêla Parêzgeha Neynewayê ve dihatin peydakirin.
Herwiha yek ji kargehên herî mezin ên şekir li Mûsilê heye ku li sînorê wê parêzgehê çewenderê (şilindir) lazim jê re tê dabînkirin.
22 zeviyên gaz û petrolê lê hene
Parêzgeha Mûsilê navçeyeke dewlemend e bi samana gaz û petrolê. Li gor zanyariyên çavkaniyeke bilind ji Desteya Petrola Neynewayê ji Rûdawê re, 22 zeviyên gaz û petrolê li Parêzgeha Neynewayê hene ku hinek ji wan hatine dîtin û kar li wan tê kirin, beşekî din jî tenê karê lêgerîn û testê li wan hatiye kirin. Beşekî zêde yê wan navçeyên petrolê dikeve navçeyên kurdî.
Li gor gotina çavkaniya Desteya Petrola Neynewayê, 7 zeviyên petrolê yên berhemhêner hene ku sê zevî ji wan li jêr kontrola hêzên Pêşmerge ne: Zeviya Betme ku her roj 1000 bermîlên petrolê berhem tîne. Zeviya Eyn Zale rojane 5 hezar bermîl, zeviya petrolê ya Sufeye jî rojane 4 hezar bermîlên petrolê berhem tîne.
Beriya hatina DAIŞê beşek ji petrola wan hersê zeviyan diçû parzûngeha (rafîneriya) Keskê û beşekî din bi rêya boriya petrolê ya Kerkûk – Ceyhanê, ji bo bendera Ceyhanê dihat hinardekirin.
Çar zeviyên din ên berhemhênerên petrolê dikevin sînorê navçeya Geyareyê: Zeviya Geyare, Necme, Qeseb û Bacewan. Şiyana berhemanîna van zeviyan rojane 20 hezar bermîl e. Di çend mehên borî de ew zevî ji destê çekdarên DAIŞê hatin derxistin.
Li gor zanyariyên Wezareta Petrola Iraqê, proseya lêgerîn û testê li zeviyên Elan, Îbrahîm, Sasan û Etşane hatiye kirin û amade ne da ku bîrên petrolê li wan bên kolandin.
Çavkaniya Desteya Petrola Neynewayê eşkere kir li sînorê Qezaya Şingalê zeviyeke xazê hatiye dîtin. Di sala 2012an de proseya test û lêgerînê lê hatiye kirin, lê heta niha nehatiye dayîn bo ti şîrketekê da hilberînê tê de bike.
Li sînorê Neynewayê du parzûngehên mezin hene: Parzûngeha Geyare û Keskê, ku her yek ji wan dikare rojane 10 hezar bermîlên petrolê rafîner bike. Berê ev her du parzûngeh çavkaniya sereke ya dabînkirina sotemeniya DAIŞê bûn.
Ji sedî 45 ji genimê Iraqê li Mûsilê bû
Li gor datayên Wezareta Çandiniyê ya Iraqê, rûbera Parêzgeha Neynewayê 12 milyon û 878 hezar û 581 donim e ku ji sedî 50 bêhtir zeviyên çandiniyê ne.
Parêzgeha Mûsilê bi çandina berhemên dexlûdan û berhemên paqleyan tê naskirin. Ji sedî 45 ji tevahiya berhema genimê Iraqê li sînorê Parêzgeha Neynewayê tê berhemkirin. Lewra ev parêzgeh wek çavkaniya dabînkirina nanê Iraqê tê naskirin. Lê piştî hatina DAIŞê hemû sektorên aborî yên vê parêzgehê têk çûn û kar û berhema wan hatin rawestandin.
Tevî girîngiya statûya aborî ya Mûsilê, lê ew parêzgeh bêyî Başûrê Kurdistanê nikare sûdeke mezin ji wê statûya xwe ya aborî bibîne. Çimkî Kurdistan bazara herî sereke û mezin a kirîn û firotina berhemên Mûsilê ye.
Ji sedî 10 ji budceya Iraqê ji Mûsilê re bû
Beriya ku Parêzgeha Neynewayê bikeve destê DAIŞê, salane budceyeke qerase ji bûdceya giştî ya Iraqê jê re dihat veqetandin. Çimkî li gor hejmara şêniyan û rûbera xwe, duyem mezintirîn parêzgeha Iraqê bû.
Li gor proje-bûdceyên salên borî yên Iraqê, ji sedî 10 ji temamiya bûdceya Iraqê ji wê parêzgehê re dihat terxankirin. Her sal 10 milyar dolar ji Mûsilê re dihatin şandin.