Li Neynewa metirsî heye ku çek encamên hilbijartinê yekalî bikin

22-09-2021
RÛDAW
Parêzgeha Neynewa bi ser 8 bazneyên hilbijartinê de hatiye dabeşkirin
Parêzgeha Neynewa bi ser 8 bazneyên hilbijartinê de hatiye dabeşkirin
Nîşan Hilbijartinên Iraqê Neynewa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê ku biryar e 10ê meha bê birêve biçin, li parêzgeha Neynewa zêdetirî 2 milyon û 300 hezar dengder hene, ji ber wê yekê jî bûye cihê guhdana piraniya aliyên siyasî yên Iraqê.

Parêzgeha Neynewa di vê hilbijartinê de bi ser 8 bazneyan de hatiye dabeş kirin, 285 berbijêrên hevpeymanî û aliyên siyasî û 138 berbijêrên serbixwe rikberiyê ji bo bidestxistina 34 kursiyên parlamentoya Iraqê dikin, lê metirsî heye ku çek encaman yekalî bikin. 3 kursî ji wan, bo Kiristyan û Kurdên Êzdî û Şebek hatine terxankirin.

Cîgirê parêzgarê Neynewa Hesen ELaf dibêje, metirsî heye ji ber ku hemû siyasetmedar, parlamenter û partiyên siyasî heşdên wan yên taybet hene, lewma baweriya wan bi wê yekê heye ku pakbûna hilbijartinê li wan navçeyan lawaz e, ji ber ku guvaşan  dixin ser dengderan 

Cîgirê Parêzgarê Neynewa Hesen Ellaf got: “Alingariyek maye ku rûbirûyî parêzgeha Neynewa bûye, ew jî alingariyeke mezin e, ku Heşda Şeibî hoz û grûpên çekdar ên Heşda Şeibî, yên li xaka parêzgeha Neynewayê, hemû siyastemedar û parlementer û partiyên siyasî, heşdên taybet bi tevan hene, lewma baweriya me wiha ye, ku pakbûna hilbijartinê li wan navçeyan lawaz e, ji ber ku guşara civakî dixe ser dengderan û dengên dengderan.”

Di hilbijartina parlementoya Iraqê ya sala 2018an de, Kurdan 7 kursiyên parlementoyê bidest anîn.

Di vê hilbijartinê de, diyartirîn aliyên Kurdistanî ku beşdariyê li Neynewa dikin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne.

Diyartirîn aliyên Sunne jî, Hevpeymaniya Teqeddum e, bi serokatiya Mihemed Helbûsî, serokê parlementoya Iraqê û Hevpeymaniya Ezim bi serokatiya Xemîs Xencer. 

Diyartirîn aliyên Şîe jî Hevpeymaniya Fetih e, ku baskê siyasî yê Heşda Şeibî ye, ligel Hevpeymaniya Nesir bi serokatiya Heyder Ebadî û Rewta Hikme ya Emmar Hekîm.

Hesen Ellaf got jî: “Nimûneya ku di bîra me de ye, nimûneya Şingal e, heta niha li Şingalê hêzeke fermî ya rasteqîne nîne ji bo ku rê bo welatiyan xweş bike, bi awayekî dirust û hêsan, ku beşdariyê bikin. Li yekê ji navçeyan, ku çend heşdan ew kontrol kiriye û sînorekî cografî yê diyarkirî rê nadin ti postereke ti berbijêrekî navçeyeke din bê daleqandin, wan dest bi dirîna posterên hilbijartinên rikaberên xwe kiriye.”

Her çiqasî rêkeftina navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê derbarê asayîkirina rewşa bajarokê Şingalê, ji 01/10/2020an ve hatiye îmzekirin, lê heta niha ew rêkeftin bi tevayî nehatiye cîbicîkirin. Diyartirîn xalên wê rêkeftinê, derxistina hemû hêzên çekdar e, bi taybetî hêzên Heşda Şeibî û PKKê ji bajarokê Şingal û raspastina erkê parastina asayişa wî bajarokî, bi polîs û dezgehên ewlehiyê yên federal.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst