Grûpeke Şîe navçeyeke Sunne ya Bexdayê weke 'girêya penceşêrê' bi nav dike

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Sadiqûn Ii Iraqê ku baskê siyasî yê grûpa Esayîb Ehlelheq e, bajarokê Tarimiye ya li bakurê Bexdayê wek girêyeke penceşêrê di kemera ewlehiyê ya Bexdayê de bi nav dike û dibêje,Tarimiye pêgeha terorê ye û divê were çareserkirin.

Mehmûd Elrubeyî, Berdevkê Polîtboruya Tevgera Sadiqûnê ji Rûdaw re ragihand, “Bajarokê Tarimiye girêyeke penceşêrê ye li kembera Bexda ya paytext û divê bê çareserkirin, hikûmet di pirsa Tarimiyê de ku niha bûye cih û pêgeha terorê xemsar e, çimku sedemên siyasî û Amerîka rêgirin ji paqij kirina wê navçeyê.”

Mehmûd Elrubeyî diyar kir, ew hêvîdarin ew xwînên ku di demên bihorî de li ser axa Tarimiyeyê hatin rijandin, bi taybet ewa di du roên bihorî de qewimî, bibin sedemek jibo paqijkirina Tarimiye û rizgarkirina Bexdayê ji gefên wê.

Elrubeyî herwiha got, “Her kes dizane Tarimiye pêgeheke wê ya giring a sitratîjîk û tirsnak heye û xwezayeke wê ya aloz heye, çimku li ser 2 rêyan e, rêya Bexda-Kerkûk û Bexda-Samera, ji ber wê jî Tarimiye bûye pêgehek bo çeteyên terorîst bi piştevaniya aliyên siyasî, lê divê hikûmet gavên cidî bihavêje ji bo çareserkirina wê.”

Tarimiye navçeyeke stratejîk e ku dikeve bakurê Bexdayê û piraniya xelkê wê Ereb û Sunnî ne.

Tevî ku Desteya Heşda Şeibî berdewam red dike ku jiber sedemên mezhebî navçeyên Sunnenişîn bike armanc, lê Elî Husênî, Berdevkê Mêhwara Bakur a Heşda Şeibî ji Rûdawê re argihand, “pêwistiya Tarimiye bi çavsorkirinê heye divê bi hêzê destwerdan têde bê kirin, bi taybet Heşda Şeibî kuştî û birîndar dane, ji ber dubarebûna kêmasiyên ewlekariyê. Pêwîst e ev mijar bêyî destwerdana siyasetvanan bê çareserkirin.”

Desteya Heşda Şeibî, şeva Înê ragihand, DAIŞê li navçeya Tarimiye ya li bakurê Bexdayê êrişî ser hêzên Lîwaya 12 a Heşda Şeibî kiriye û di êrişê de 4 çekdarên Heşdê hatine kuştin û 6 çekdar jî birîndar bûne.

Hevdemli gel van pêşveçûnan, Emîndariya Desteya Zanayên Misilman a li Iraqê, derbarê operasyonên serbazî yên li bajarokê Tarimiyeyê daxuyaniyek tund li dijî Heşda Şeibî belav kir û ragihand: “Milîsên terorîst ên Heşda Şeibî rijd in li ser bi armanckirina bajarokê Tarimiye û derxistina akinciyên wê li pêş çavê hemû cîhanê, çimku ew çend roj in alozî û binpêkariyên mafên mirovan li Tarimiye ya li Bekurê Bexdayê gelek zêde bûne.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, herwiha rêkarên ewlehiyê û nerewa li hember niştecihên wî bajarokî pêk anîne ku hevdem in ligel kampînên biserdegirtina beredayî ya li ser xortên bê tawan ên Tarimiyê, tevî teqandina çend xaniyan.

Emîndariya Desteya Zanayên Misilman a li Iraqê destnîşan kiriye, rewşa bajarokê Tarimiye ya Bexdayê piştî kampînênên doh ên Heşda Şeibî gihîştiye “asteke metirsîdar” û tevî bihîstina hin zanyariyan derbarê bidarvekirina bi aşkere ji aliyê milîsên Heşdê ve, kampînek jî li dijî niştecihên Tarimiye destpê kiriye û ew daxwaz dikin çend cihên niştecîbûnê li Tarimiyê bi erdê re bikin yek.