Fuad Husên: Bernameyek dê bo vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê bê danîn

22-07-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Amerîka Fuad Husên
A+ A-

Waşington (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku bi mebesta beşdarîkirina di 4mîn gera danûstandinên stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de li Waşingtonê ye, ji Rûdawê re ragihand, di vê gera danûstandinan de dê li ser “danîna bernameyekê bo vekişîna hêzên şerker ên Amerîka ji Iraqê” gotûbêj bê kirin û tekez kir, “ne dûr e ev gera dawî ya civînan be di warê serbazî de û em dê bigihin rêkeftinekê.”

Fuad Husên amaje bi wê yekê kir, ku roja Înê 23ê Tîrmehê (sibe) çaremîn gera danûstandinên stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de li Washingtonê birêve diçe û şandên herdu aliyan derbarê gelek waran de û bi taybet warê serbazî de dê danûstandinê bikin.

Fuad Husên got, “gelek mijarên cor bi cor hene, tenê mijarên serbazî û emnî nînin, mijaran têkilî bi enerjiyê heye weke petrol, elektrîk, gaz, herwiha mijarên tendirustî û pandemiya coronayê hene, ku di wan waran de Amerîka dê çawan alîkariya me bikin.”

Beşek ji aliyên Şîe li Iraqê daxwaz dikin, Amerîka hêzên xwe ji wî welatî vekişîne, bi taybet jî piştî kuştina Qasim Sulêymanî fermandarê berê yê Hêza Quds a Supaya pasdaran a Îranê û Ebû Mehdî Muhendis cîgirê berê yê Serokê Desteya Heşda Şeibî, lewra jî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê mijareke sereke ya 4mîn gera danûstandinên stratejîk a di navbera herdu aliyan de ye.

Wezîrê Derve yê Iraqê derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got, di vê gera danûstandinan de “dê bernameyek bo vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê bê danîn, lê mebest ji vekişîna hêzan, hêzên şerker e.”

Fuad Husên tekez kir, “mijarên rewşenbîrî beşeke din ji gotûbêjan pêk tînin.., bi hezaran perçeyên şûnwaran hene ku biryare bo Bexdayê bên vegerandin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê duh Çarşemê bi mebesta beşdarîkirina di çaremîn gera danûstandinên stratejîk a navbera Amerîka û Iraqê de serdana Waşingtonê kir.

Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî roja 23ê Tîrmehê (sibe) serdana Amerîkayê bike û bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive û derbarê rêkeftina stratejîk a navbera Bexda û Waşingtonê danûstandinê bikin.

Şandeke Herêma Kurdistanê jî tevî şanda Iraqî beşdarî di vê gera danûstandinên stratejîk a navbera Amerîka û Iraqê de dike.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ev yek piştrat kir û got, Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û hejmarek berpirsên Wezareta Pêşmerge beşdarî di şandê de cih digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst