Gorên bikom ên Kurdan li Semaweyê tên vedan

Hewlêr (Rûdaw) - Amadekariyên vekirina goreke bikom li Semawe tên kirin û roja Sêşemê bi amadebûna nûnerên Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan gorên bikom li Semawe têne vekirin.

 

Rêveberê ragihandinê li Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan, Fuad Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku roja Duşemî (îro) şandeke wezaretê serdana parêzgeha Semawe ya Iraqê dike, ji bo ku beşdariyê di vekirina wê gora bikom de bike, ku biryar e roja Sêşemê bihê vekirin.

 

Di merasîma vekirina gora bikom de, dê tîmên taybet, nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê amade bibin.

 

Gorên bikom ên Semawe li biyabanên başûrê Semawe ne û zêdetirî 200 rûfatên Enfalkiriyan têde hene.

 

Di meha Adara sala 2018an de, Waliyê Musenayê ragiahndibû, wan çar gorên bikom ên serdema desthilata Sedam Hisên li biyabanên Semawe dîtine, ku hemû qurbaniyên têde Kurd in.

 

Rêveberê Ragihandina Wezareta Karûbarên Şehîdan, sedema derengketina vedana gorên bikom ên Semaweyê bo wê yekê vedigerîne, ku ew mijûlî vedana gorên bikom ên li Şingalê bûn.

 

Fuad Osman behsa wê yekê jî kir, tîma niştimaniya Iraqê ku nûnerên Herêma Krudistanê û hikûmeta Iraqê jî têde hene, erkê vedana gorên bikom ên li Semaweyê pêk tînin.

 

Gorên bikom ên li biyabanên Semaweyê, 100 km ji navenda parêzgeha Musena ya Iraqê dûr in.

 

Di 14ê Nîsana sala 1988an de, hikûmeta Iraqê jibo cenosaydkirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê, operasyonên Enfalê dabû destpêkirin û di encama wan operasyonan de ku di heşt qonaxan de hate cîbicîkirin, zêdetir ji 182 hezar Kurd hatin komkujkirin.

 

Karesata kîmyabarankirina Helebceyê jî ku têde zêdetir ji 5,000 welatiyên sivîl ên Kurd canê xwe ji dest dan, beşek ji operasyona Enfalê bû.