Li Iraqê ji şemiyê pê ve deng bi dest tên hejmartin

22-06-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Hilbijartin Deng Dadgeha Federalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, roja Şemiyê dewama fermî ya hemû fermanberên wê komîsyonê ye û îcaze nadin ti kesî, ew jî weke amajeyekê bi destpêkirina hejmartina dengan bi dest tê hesabkirin.

 

Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Iraqê doh pênşemiyê bi amadebûna hemû wan dadwerên ku ji bo îdarekirina karê komîsyonê hatine destnêşankirin, civiya û di civînê de pilana cîbicîkirina yasaya sererastkirina sêyem a yasaya hilbijartinên Iraqê hate destnîşankirin. Ew yek jî li gorî biryara ku Dadgeha Federalî derxistiye.

 

Di civînê de biryar hate dayîn ku roja Şemiyê hemû karmendên Komêsyonê dewamê bikin û dest bi hejmartina dengan bi dest tê kirin.

 

Piştî nerazîbûna çend lîstên beşdar di hilbijartinên parlemanî yên Iraqê de, parlamentoya wî welatî bi amadebûna 173 parlamenteran biryar da, ku dengên di hilbijartinên parlamentoyê de bi dest bihêne cudakirin û hejmartin, çimku çend aliyên nerazî guman li ser sîstema elektronîkî ya dengdanê û encamên hilbijartinan hene. Parlamentoya Iraqê di heman civîna xwe yasaya hilbijartinan a wî welatî bo cara sêyem sererast kiribû.

 

Doh 21ê Hezîrana 2018ê jî Dadgeha Federalî ya Iraqê biryar li ser wê yasaya nû ya parlamentoyê da û ragihand, biryara parlamentoyê ya ji bo hejmartina dengan bi dest yasayî ye, lê belê biryara taybet bi hilweşandina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê, dengdana derve û dengdana awareyan, neyasayî û nedestûrî ye.

 

Piştî ji kar dûrxistina berpirsên komîsyonê ji aliyê parlamentoyê ve, niha neh dadwer li Bexdayê karûbarên komîsyonê birêve dibin û li her parêzgehekê jî dadwerek bo serpireştîkirina karûbarên komîsyonê hatine destnîşankirin.

 

Li Herêma Kurdistanê jî, şeş aliyên siyasî, Tevgera Goran, Yekgirtû, Komek, Partiya Komonîst, Bizava Îslamî û Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê ji encamên hilbijartinan nerazî ne û dibêjin, di hilbijartinan de saxtekarî hatiye kirin û dengên wan bo aliyên din hatine hesabkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst