Roja Komkujiya Helebceyê li Îraqê bû roja betlaneya fermî

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Îraqê Betlaneya Fermî Komkujiya Helebceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îraqê bi navê qurbaniyên destê rejimê 16ê Adarê Roja Komkujiya Helebceyê, Enfal û qurbaniyên Raperîna Şabaniyê ya Şîeyan li Îraqê kir betlaneya fermî.

Îro li Parlamentoya Îraqê deng li ser wê projeyasayê hat dayîn û projeyasa hat qebûlkirin. 

Parlamentera Parlamentoya Îraqê Sirûwe Zengeneyê ji Rûdawê re got:

"16ê Adarê li Parlamentoyê wekî betlaneya fermî hat qebûlkirinn.

Kîmyabarankirina Helebceyê, Enfal û qurbaniyên Şabaniyê ya Şîeyan di projeyasayê de cih digirin.”

Sirûwe Zengeneyê herwiha got, “Li gorî qanûnê, li hemû parêzgehên Îraqê 16 rojên betlaneyê yên fermî hene.

Cejna Newrozê 21ê Adarê û cejna Xidirê a Şîeyan jî rojên fermî yên betlaneyê ne.”

Endama Komîteya Şehîdan û Qurbaniyan û Girtiyan a Parlamentoya Îraqê Çiro Heme Şerîfê jî ji Rûdawê re eşkere kir ku wan îmze kom kir ku roja 14ê Nîsanê bibe roja bîranîna Enfalê lê ew pêşniyar hat redkirin.

24 rojên betlaneyê ji bo pêkhateyan hatine veqetandin

Li gorî gotina Çiro Heme Şerîfê roja bîranîna Enfalê û 16ê Adarê roja Komkujiya Helebceyê wekî yek hat dîtin.

Di projeyasayê de 24 rojên din ên betlaneyê yên hene û ew jî ji bo pêkhateyan in.

Ji bo Xirîstiyanan 2 roj, Sabiye Mendayiyan 6 roj û Kurdên Êzidî 14 roj û 3 roj ji bo Cihûyên Îraqê hatiye diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst