Erdogan û Sûdanî daxuyaniyeke hevbeş da

22-04-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Sûdanî Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê di civîna çapemeniyê ya li Bexdayê de got, “Ez di wê baweriyê de me ku serdana min dê di pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê de bibe qonaxeke nû.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganê ku piştî 12 salan bi serdaneke fermî çû Îraqê, piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re daxuyaniyeke hevbeş da.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser hevdîtinê got:

“Me li ser hevkariya ewlehiyê ya ku dê îstiqrara Îraq û Tirkiyeyê misoger bike li hev kir.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî herwiha anî ziman:

“Em rê nadin ku ti hêzek axa Îraqê ji bo êrişkirina ser cîranên me bi kar bîne.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî civîna çapemeniyê de axivî û da zanîn:

“Îraq cîranekî ku pê re pêwendiyên me yên dîrokî, mirovî û çandî yên hevbeş hene û em nirxekî stratejîk didinê.

Îradeya me ya siyasî ya bihêz li ser esasê rêzgirtina dualî û cîrantiya baş û ligel berçavgirtina berjewendiyên hevbeş ji bo pêşdebirina pêwendiyên ligel Îraqê hene.

Me di serdana xwe ya îro de careke din ev yek piştrast kir. Ez di wê baweriyê de me ku serdana min dê di pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê de bibe qonaxeke nû.”

Peymana Çarçoveya Stratejîk

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Bi birêz Serokwezîr re me Peymana Çarçoveya Stratejîk îmze kir. Me biryar da ku komîteyên hevbeş ên daîmî ava bikin ku dê berdewamî li ser warên teknîkî yên wekî ewlehî, têkoşîna li dijî terorê, aborî, bazirganî, enerjî, veguhestin, jîngeh, av, tenduristî û perwerdeyê kar bikin.

Metnên ku me îmze kirine dê li ser ewlehiyê, heta bazirganiyê, veguhastinê û heta çandiniyê, dê bingeha peyman û pêwendiyên me xurt bike û derfetên nû yên hevkariyê bi xwe re bîne. Ji bo ku peymanên me îmze kirine bi temamî bên bicihkirin em dê hemahengiya pêwîst jî pêk bînin.”

Berdewamiya axavtina Erdogan wiha bû:

“Me di hevdîtinên xwe yên li gel Serokkomar birêz Reşît û piştre jî Serokwezîr birêz Sûdanî de di gelek waran de pêwendiyên Tirkiyê-Îraqê gotûbêj kirin.

Alîkariya ewlehî û têkoşîna li dijî terorê yek ji mijarên rojevê yên herî girîng ên civîna me bû. Me li ser gavên hevpar ên ku em dikarin li dijî rêxistina terorê PKKyê bavêjin axivîn û firehbûna PKKyê li ser axa Îraqê û êrişên wê yên ji ser axa Îraqê ji bo Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin. Me qebûl kir ku PKK li Îraqê wekî rêxistineke qedexe hatiye ragihandin.

Bi vê minasebetê, min baweriya xwe ya xurt bi hevtayê xwe re anî ziman dê bi awayekî fermî wekî rêxistineke terorîst bê ragihandin û hebûna wê li nav axa Îraqê di demeke kurt de bi dawî bibe. Ev jî pêwîstiyeke hiqûqa me ya cîrantî û biratiyê ye.

Di vî warî de ew çi gavê biavêjin, em amade ne hemû piştevaniyê pêşkêşî Hikûmeta Îraqê bikin. Hêviya me ya têkoşîna hevpar a li dijî FETOyê jî di vî warî de rojeveke me bû.

Bazirganiya bi Îraqê re

Îraq yek ji hevkarên me yên bazirganiyê ye. Em dixwazin qebareya bazirganiya xwe ya ku par derdora 20 milyar dolarî bû, bigihînin astên bilindtir. Me bi serokwezîr re behsa gavên di vê çarçoveyê de bên avêtin kir.

Me nirxand ka çi dikare were kirin da ku astengiyên li pêşiya bazirganiya xwe ji holê rakin. Di vê armancê de me bal kişand ser girîngiya jiyanî ya Projeya Rêya Geşepêdanê.

Bi îmzekirina wê muxtirayê me tekeziya xwe ya li ser vê plansaziya stratejîk bihêztir kir ku dê bibe alîkariyek mezin ji bo aramî û bextewariya tevahiya herêma me bi taybetî Îraqê. Haya me ji pirsgirêkên Îraqê yên avê heye. Ev rastiyek e ku krîza keşûhewayê û hişkesalî bandoreke neyînî li Tirkiye û tevahiya cîhanê û Îraqê jî dike.

Di heman demê de girîng e ku av bi rengekî berhemdar were bikar anîn ji ber ku bi qasî mîqdara avê pêşî îsrafa avê were girtin.

Komîteya hevbeş a daîmî ku me damezirandiye dê hevkariya me ya di warê avê de li ser bingehek aqilane, zanistî û li gorî berjewendiyên me yên hevpar pêş bikeve.

Êrişên Îsraîlê yên li Filistînê jî hatin axaftin

Em îro serdana xwe di bin bandora karesata mirovî ya li Filistînê de li dar dixin. Ji bo rawestandina xwînrijandina li Xezeyê çi ji destê me tê em dikin. Min û hevkarên xwe herwiha bandorên zext û pevçûnên Îsraîlê li Filistînê li ser herêma me nîqaş kir.

Me li ser gavên hevpar ên ku em dikarin bavêjin şêwirîn. Birayên me yên Îraqî jî bi awayekî neyînî ji vê aloziyê bi bandor dibin. Li vir ez dixwazim careke din pêşniyara xwe bînim bîra hemû aliyên pêwendîdar da ku xwe ji gavên ku aloziyê zêde dikin dûr bixin.

Di nav sînorên sala 1967an de avakirina dewleteke Filistînê ya serbixwe, serwer û yekgirtî ya erdnîgarî û paytexta wê Qudsa Rojhilat e mifteya aştiya li herêmê ye.

Em wekî Tirkiye ji bo vê armancê xebatên xwe didomînin. Me bi şandina zêdetirî 45 hezar ton alîkariyên mirovî heta îro nîşan da ku em li kêleka xwişk û birayên xwe yên Xezeyê ne. Ji niha û pê ve em ê hemû derfetên xwe ji bo birayên xwe yên Xezeyê û Filistînê pêşkêş bikin.

Em dê biçin Hewlêrê

Em dê di di demeke nêzîk de ji bo qonaxa duyemîn a serdana xwe ya Îraqê biçin Hewlêrê. Berê em dê bi birayên xwe yên Tirkmen re ku yek ji pêkhateyên sereke yên Îraqê ne re bicivin. Em dê li Hewlêrê îmkanên hevkariya zêdetir gotûbêj bikin.

Bi vê minasebetê ez dixwazim ku hûn bizanin ku em di siyaseta xwe ya li hemberî Îraqê de cihêtiyê naxin navbera komên cuda yên etnîkî, mezhebî û olî.

Ji aliyê etnîkî û mezhebî ve gelê Îraqê birayên me û dostên me ne. Em hemû Îraqiyan bi giştî dibînin û qîmeteke mezin didin dewlemendiya demografiya Îraqê.

Hêvîdar im em li pêwendiyên xwe yên li gel Îraqê bi perspektîfa dostayetî, biratî û yasaya cîrantiyê binêrin. Wekî berê, em dê di demên baş û xerab de li ser piştgiriya birayên xwe yên Îraqî berdewam bin. Serdana min di qonaxeke krîtîk de pêk hat, bi hêvî me ku bibe sedema destpêkek nû.”

Sûdanî: Ewlehiya Îraq û Tirkiyeyê yek in û ji hev nayên cudakirin

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di axavtina xwe de got:

“Şikir ji Xwedê re îro peymaneke stratejîk hat îmzekirin. Ev peyman nexşerêyek e ji bo avakirina hevahengiya stratejîk a demdirêj di hemû waran de. 

Îro me li ser koordînasyona ewlehiyê ya dualî ku hewcedariyên her du aliyan pêk tîne û kêşeyên komên çekdar ên ku bi terorê re hevahengiyê dikin, gotûbêj kir.

Hevgirtin ji bo herêmê pir girîng e, bi vê hevahengiya ewlehiyê dê pêwendiyên me hîn baştir bibin. Em qebûl nakin ku ti komek axa Îraqê bike çavkaniya êriş û metirsiyê û em binpêkirina serweriya xwe qebûl nakin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst