Serokê Herêma Kurdistanê çû Bexdayê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdaya paytexta Îraqê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî û gelek berpirsên din ên Îraqî re bicive.

Nêçîrvan Barzanî her wiha beşdarî Konferansa Diyaloga Navneteweyî ya Bexdayê bû û dê di konferansê de gotarekê pêşkêş bike.