Balyozê Tirkiyê: Aramiya Xurmatû dê bandora xwe li hemû Iraqê bike

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz ragihand ku sê pêkhateyên bingehîn ên Iraqê hene: Kurd, Ereb û Tirkmen.

 

Fatih Yildiz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku ji Bexdayê ji bo biçe Kerkûkê li ser rê serdana Xurmatûyê kiriye.

 

Yildiz qala girîngiya Kerkûkê kir û got: “Ji bo pêwendiyên Iraqê yên bi Tirkiyê re Kerkûk pir girîng e. Em di rêya Kerkûkê de ne. Li ser rê me xwest silavekê bidine Xurmatûyê jî. Lewre, hemû gund, nahiye û navçeyên li ser rêya Bexda û Kerkûkê pir girîng in. Ev der Selahedîn e lê belê di babeta aramiyê de, ev du bajar hevsengiyê pêk tînin.”

 

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz destnîşan kir ku heta li devera Xurmatûyê aştî û aramî peyda nebe, li Kerkûkê jî peyda nabe, ji ber vê yekê divê ji vê derê bê destpêkirin û got: “Ji ber vê yekê em li van deran in. Aramiya vê derê (Xurmatû), dê bandorê li wê derê (Kerkûk) jî bike û hêvî ji Xwedê dikim ku hemû herêm bi hev re aram bibe.”

 

Fatih Yildiz destnîşan kir ku 3 pêkhateyên bingehîn ên Iraqê hene û got: “Kurd, Ereb û Tirkmen. Hemû li vê erdnîgariyê hene. Ez hêvîdar im ku em li vê derê aramiyekê peyda bikin, dê ev aştî û aramiya vê derê, bandora xwe ne tenê li Bexda û Kerkûkê, dê li hemû Iraqê bike.”