Balyoza Amerîkayê: Îran ji bo qaçaxçîtiya çek û dolaran kompanyayeke esmanî ya Îraqê bi kar tîne

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Fly Baghdad Alina Romanowski
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza bi ser kompanyaya esmanî ya Îraqê Fly Baghdadê de sepand, Balyoza Amerîkayê ragihand ku bikaranîna kompanyayeke esmanî ya Îraqê ya “ji bo qaçaxçîtiya çek û dolaran a ji aliyê Îranê ve binpêkirineke bêşermane ye.”

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê piştî ragihandina lîsteya cezayên Amerîkayê yên li dijî hejmarek kes û saziyên Îraqê li ser tora civakî ya Xê anî ziman:

“Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îro Fly Baghdad û sê endamên ketîbeyên Hizbulaha Îraqê xiste lîsteya aliyên ku piştgiriya Supaya Pasdaran a Îranê û grûpên girêdayî wê yên li Îraq û Sûriyeyê dikin.

Ev cidiyeta Amerîkayê ya di rûbirûbûna gefên berdewam ên Supaya Pasdaran a Îranê û torên girêdayî wê yên li Îraqê de nîşan dide.”

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê got:

“Bikaranîna kompanyayeke esmanî ya Îraqê ya ji bo qaçaxçîtiya çek û dolaran a ji aliyê Îranê ve binpêkirineke bêşermane ya li ser serweriya Îraqê ye.”

Balyoza Amerîkayê lînka nav û hûrgiliyên sazî û kesên ku di lîsteya cezayan a welatê xwe de cih girtiye jî belav kir.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îro 3 serkirdeyên ketîbeyên Hizbulahê û hejmarek kompanyayên Îraqê ji ber komkirin û pêşkêşkirina alîkariyên darayî ji bo ketîbeyên Hizbulahê xiste lîsteya cezayan.

Yek ji wan kesên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye cezakirin, Rêveberê Giştî yê Fly Baghdadê Beşîr Ebdulkazim Elwan Şebanî ye ku Amerîka dibêje, ew rasterast beşdarî çalakiyên Fly Baghdadê bûye.

Herwiha berpirsekî pilebilind ê Hizbulahê Husên Munîs Ubeydî jî di nav wan kesan de heye ku ew niha jî endamê Parlamentoya Îraqê ye.

Kesekî din ê ku hatiye cezakirin pisporê dronan û endezyarê Heşdî Şebiyê Riyaz Elî Husên Ezawî ye.

Kesekî din jî Ewqat Muhsîn Ferec Hemdawî, birayê biçûk ê sekreterê giştî yê Hizbullahê Ehmed Hemdawî ye ku ew bi xwe jî ji ber çalakiyên aborî û bazirganî yên Hizbulahê, komkirina alîkariyê û spîkirina pereyan di lîsteya cezayên Amerîkayê de ye.

Li gorî Pentagonê, ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve komên alîgirên Îranê ku xwe bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê didin nasîn, zêdetirî 140 carî êrişî leşkerên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst