Heşda Şeibî şûngirê Ebû Mehdî Muhendis diyar kir

22-01-2020
RÛDAW
Nîşan Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis Ebû Elî Besrî Iraq Qasim Sulêymanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heşda Şeibî postê Ebû Mehdî Muhendis tijî dike û Ebû Elî Besrî li şûna wî destnîşan dike.

Kerîm Elêwî, parlamenterê fraksiyona Fetih li parlamentoya Iraqê ragihand, di kombûna berfireh a şûraya Heşda Şeibî de, biryar hatiye dayîn Ebû Elî Besrî weke Serok Erkana Desteya Heşda Şeibî li şûna Ebû Mehdî Muhendis bê danîn.

Wî parlamenterê fraksiyona Fetih amaje bi wê kir, Ebû Elî Besrî yek ji kesên naskirî ye di nav Heşda Şeibî de.

Ebû Elî Besrî yekem fermandarê Hêza Bedir bûye. Sala 2003 birîkarê Wezareta Perwerdê bûye û piştre bû birîkarê Wezareta Kar. Rêveberê Giştî yê Istixbaret û Dije Terorê bûye li Wezareta Navxwe. Fermandarê Operasyênên Heşda Şeibî bûye. 

Roja 3ê vê mehê di bombebarana firokeyên Amerîkayê de li nêzî balafirxaneya Bexdayê, Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran û Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmareke fermandarên Supaya Pasdaran û Heşda Şeîbî hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst