Li Mûsilê heta niha jî asayîş ne parastî ye

23-01-2019
RÛDAW
xelkê gundên derdora Mûsilê bi xwe ewlekariya gundên xwe diparêzin
xelkê gundên derdora Mûsilê bi xwe ewlekariya gundên xwe diparêzin
Nîşan Iraq Mûsil DAIŞ Badûş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞ li Mûsilê hatiye têkşikandin, lê heta niha jî asayîşa navçeyê ne parastî ye û xelkê gundên derdora Mûsilê bi xwe ewlekariya gundên xwe diparêzin.

 

Li gundê Badûşê ku dikeve bakurê rojavayê Mûsilê DAIŞ li deverê nemaye, lê heta niha jî rewşa ewlekariyê li vî gundî û gundên din ên ser bi rojavayê Mûsilê cîgir nebûye û bûyerên kuştinê li vê navçeyê zêde ne.


Derbarê vê mijarê de akinciyê Mûsilê Subhî Mehmûd dibêje: “Destpêkê, şeş serbaz ji Firqeya 20 li Çarrêya Badûş hatin kuştin. Ew bi heman awayî bi demançeyê hatin kuştin, lê kes nizane ka çawa bikuj hatine. Piştî wê jî kuştina qeymeqamê Tel Xeyam, ew jî bi heman awayî ligel kurê xwe hat kuştin, ew bi cilên leşkerî tên û hemûyan dikujin."


Xelkên navçeyê ji asayîşa xwe ne piştrast in û bi gotina wan hikûmet bi ti awayekî piştgirî û hevkariya wan nake. Bi giştî akinciyên van gundan ew bi xwe asayîşa gundên xwe diparêzin û herdem ji wê yekê ditirsin ku şevekê hinek çekdar bi ser gundên wan de bigirin û bûyerên 2014ê dubare bibin. Bi taybetî ku DAIŞê cara yekem ji vî gundî dest bi êrîşên xwe yên ser Mûsil û navçeyên din ên Iraqê kiribû.


Akinciyê Mûsilê Ebdulkerîm Emir jî got: “Rewşa aborî lawaz e, çima? Ji ber ti piştgiriyel nîne, ti piştgiriyeke moralî û hikûmî nîne. Ewlekarî zêdetir ji aliyê xelkê navçeyê ve, xelkê vî gundî û gundên din tê parastin. Bi xwedê bi şev kes ji me nikare binive."


Hikûmeta Iraqê sala 2017ê serkeftina yekcarî di warê serbazî de li Mûsilê ragihand, lê heta niha jî nikariye DAIŞê bi tevahî li navçeyê jinav bibe û asayîşa navçeyê biparêze. Li gor amaran tenê di nîvê duyem ê sala borî de, du berpirsên xwecihî û herwiha çendîn kesên din li vê deverê hatine kuştin û heta niha jî bikuj ne diyar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst