“Hinek parlamenter alîkariya rêxistna Qaîde dikin”

22-01-2014
A+ A-

 

Rumadî (Rûdaw)- Parlamenterekî Iarqê ragihand ku serbarê hebûna çekdarên DAÎŞê, Artêşa Iraqê bajarê Rumadî kontrol kiriye, lê mixabin hinek parlamenter alîkariya Qaîde dikin û hewla vekişana hêzên artêşê didin.

Parlamenerê Iraqê û Cîgirê Serokê Komîteya Asayiş û Berevaniyê di Parlamentoya Iraqê de, Eskender Cewad Retut di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Serbarê hebûna çekdarên DAÎŞê, lê Artêşa Iraqê bajarê Rumadî bi temamî kontrol kiriye”.

Navhatî herwiha eşkere kir ku hinek ji parlamenteran piştgiriya Qaîde dikin û hewla vekişana hêzên artêşa Iraqê ji parêzgeha Enbarê didin

Derbarê rewşa Felûce, Retut wiha da zanîn “Heta niha Felûce di bin destê çekdaran de ye, ku alîkariya darayî û leşkerî ji Siûdiyê werdegirin, niha ew hewl didin ku bi navê îslamê yasayên xwe li wê dever cî bi cîbikin”.

Daxuyaniya vî parlamenterî di demekê de tê ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hêzeke gelek mezin li derdora bajarê Felûce kom kiriye, lê heta niha ti amaje li ser encamdana operasyonekê li ser wê dever, nîne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst