Encûmena Wezîran a Iraqê projeyasaya budceyê pesend kir

21-12-2020
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Projeyasaya budceya 2021ê ya Iraqê ji aliyê Encumena Wezîran a Iraqê ve hat pejirandin û biryar e ew projeyasa ji bo dngdanê bo Parlamentoya Iraqê were şandin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî civîna îro ya Encûmena Wezîran û pesenkirina budceyê, di civîneke rojnamevanî de ragihand welatiyên Herêma Kurdistanê xelkê wan in û ew dê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê lihev bikin.

Kazimî got ew dest naavêjin mûçeya fermanberan û wan budce pêşkêşî hemû firaksyonên siyasî kiriye û di berê de hemûyan piştgîriya wê kirine.

Di daxuyaniya xwe de Ofîsa serokwezîrê Iraqê, derbarê biryara çawanî û şêwaza pesendkirinê ti zelakirinek nedaye.

Ev 3 roj bûn ku civînên Encûmena Wezîrên Îraqê derbarê proje-yasaya budceya 2021ê de berdewam bûn.

Li gor yasaya birêvebirina darayî, divê Hikûmet berî 15ê meha 10 her sal projeyasaya budceyê bişîne parlamentoyê, lê zêdetirî 2 mahane derneg ketiye.

Li gor zanyariyên dest Rûdawê ketine, di projeyasaya sala 2021 nirxa bermîleke neftê bi 42 dolaran hatiye texmînkirin û rojane 3 milyon û 250 hezar bermîlên neftê têne henardekirin ku 250 hezar bermîl yên Herêma Kurdistanê ne.

Para Herêma Kurdistanê jî ji wê budceyê %12.67 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst