Li Besreyê qeza: Şofêr, 8 mamoste û 4 xwendekar mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Besreyê ya Îraqê di qezayeke trafîkê de 8 mamoste, 4 xwendekar û şofêrê minîbusê mirin.

Li Besreyê barhilgirekê li minîbuseke xwendekaran xist.

Di qezayê de 13 kesan canê xwe ji dest da ku yek ji wan şofêrê minîbusê, 8 ji wan mamoste, 4 ji wan jî xwendekar in. 

Li gorî agahiyan, minîbus ber bi dibistana li nahiyeya Sefwanê ya qezaya Zubêrê ya Besrayê ve diçû.

Rêvebirê nahiyeya Sefwanê Talib El Hisûne ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku xwendekar û mamosteyên dibistana seretayî di vê minîbusê de bûn.

Talib El Hisûne destnîşan kir ku şofêrê barhilgirê bûye sedema qezayê û ew hatiye desteserkirin.