Komên çekdar li Iraqê zextê li Komîsyona Hilbijartinan dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên li Iraqê li ser zextên xwe ji bo tohmetbarkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bi sextekariyê berdewam in û daxwaza xwepêşandanên mezin dikin, lê belê ew daxwaza wan grûban ji aliyê xelkê ve nehat piştevanîkirin û hejmareke gelek kêm bersiva daxwaza wan da û derketin xwepêşandanê.

Paşketina komên siyasî û siyasiyên bilind, diyartirîn şoka hilbijartina parlamentoya Iraqê ya di 10ê Cotmeha 2021ê de ye. Şokê, wan zû ber bi wê ve kişand, ku Komîsyona Bilinda Hilbijartinan bi lîstina bi encaman tohmetbar bikin.

Ew komên kêmbûna dengên xwe qebûl nekirin, daxwaza xwepêşandanên yek milyonî dikin, hejmareke kêm a Iraqiyan bersiva daxwaza wan daye.

Hevpeymaniya Fetih ya bi serokatiya Hadî Amîrî, diyartirîn hevpeymanî ye ku komên çekdar di nav de ne. Hejmara kursiyê wan di sê salan de ji 48 kursiyan daket 15 kursiyan.

Rêveberê Navenda Diyalogê ya Iraqê da zanîn, ew hêzên ji derveyî Iraqê piştgiriya wan tê kirin, di dawiyê de neçar dibin encamên hilbijartinan qebûl bikin.

Samid el Şemxî, Rêveberê Navenda Diyalogê ya Iraqê dibêje, “Ew tiştê dikin tenê lîstikeke bo zext kirina li ser ew danûstandinên niha tên kirin û bi dest anîna destkeftiyên bo ew partî û komanan e. Ew ên di bin navekî de hatine diyarkirin derketine kolanan û encamên hilbijartinan qebûl nakin. Lê, gelo ev dijayetîkirin di berjewendiya wan de ye an na? Bêguman pêştir jî ti caran çênebûye ku encam bên ragihandin û hemû pê razî bin. Lê piştî mijar tê yekalîkirin û encam tên qebûlkirin, ew neçar dibin ber bi pêkanîna hikûmetê gav bavêjin.”

Di hilbijartina 2021an de, Rêxistina Bedir 11 kursî ji dest dan. Esayîb Ehlî Heq 9 kursî, herwiha Tevgera Hikme ya bi serokatiya Emar Hekîm û Nesir bi serokatiya Heyder Ebadî ku 61 kursiyên wan hebûn, di van hilbijartinan de tenê 4 kursî bi dest anîn.

Li Iraqê ji 70î zêdetir komên çekdar hene. Beşeke wan li derveyî hêzên fermî yên dewletê ne. Hinek ji aliyê Îranê ve tên birêvebirin û wek Heşda Welî tên nasîn. Lê dibe ku Îran piştgiriya wan neke. Ji ber ku roja Sêşemê Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê ragihand, ku ew pêşwaziyê li encamên hilbijartinan dikin.

Ev hêzanana her çiqas hejmara kursiyên wan kêm bû, lê jihevxistina wan ne hêsan e. Ji ber ku ji 200 hezaran zêdetir çekdarên wan hene ku li gor gotinên yek ji Serkirdeyê Tevgera Sedir Riyaz Mesûdî, niha nêzîkî 10 milyon parçe çekên biçûk û navend di destê wan koman de hene.

Di hilbijartina vê carê ya parlamentoya Iraqê de hêza komên çekdar ku bi gendelî û kuştina xwepêşandarên xwepêşandanên 2019an ê Iraqê tên tohmetbarkirin, kêm bû. Li hember wan kesên serbixwe û beşek ji sembolên xwepêşandanan û kesên sivîl biserketin.