Li Besre xwepêşanderan Nivîsîngeha Parlamentoya Iraqê şewitand

21-08-2020
RÛDAW
Li bajarê Besre li başûrê Iraqê, xwepêşandanan dest pê kir
Li bajarê Besre li başûrê Iraqê, xwepêşandanan dest pê kir
Nîşan Iraq Besre Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Besre li başûrê Iraqê, xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî hikûmet û berpirsan dest pê kir û xwepêşanderan agir berdan nivîsîngeha Parlamentoya Iraqê ya li Besreyê.

Xwepêşander li naverasta bajarê Besre li meydana Cubeyliye bi ser Nivîsîngeha Parlamentoya Iraqê de girtin.

Xwepêşander li hember kuştina çalakvanan ku di van heyamên dawîn de zêde bûne nerazî ne û grûpên çekdar ên Iraqê bi wan kiryaran tohmetbar dikin.

Hevdem xwepêşanderan 48 demjimêr bi nûnerê Besre yê li Parlamentoya Iraqê dane bo ku Parêzgarê Besreyê Esed Îdanî, ji kar dûr bixe.

Roja Çarşemê Serokwezîrê Iraqê ku bi serdaneke fermî li Washington e, biryara dûrxistina Rêveberê Polîsê Besre û çend fermandarên emnî dabû.

Ew biryar jî piştî “terorkirina” çalakvaneke bi navê Rîham Yeqûb ku pizîşka anezteziyê bû hat dayîn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di twittekê de ragihandibû ku ew dê hemû tedbîran bigirin ku aliyên emnî kar û erka xwe bi başî cîbicî bikin

Rîham Yeqûb çalakvaneke xwepêşandanan bû li Besreyê û ji aliyê hejmareke çekdarên nenaskirî ve teqe lê hat kirin û hat kuştin.

Çendîn balyozxaneyên welatên Ewropayê jî nîgeraniyên xwe li ser zêdebûna tundûtûjiya li beramber çalakvanên civaka sivîl a Iraqê derbirî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst