XURMATÛ – DAIŞê êrîşî artêşa Iraqê kir

21-08-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq DAIŞ Artêş Xurmatû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li navçeya Xurmatû êrîş birin ser hêzên artêşa Iraqê û pevçûn derket û di encamê de leşkerek hate kuştin.

 

Efserê artêşa Iraqê Riyaz Hesen ragihand, ku ji derengiya şeva derbasbûyî çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Pîr Ehmed a ser bi navçeya Xurmatû êrîşî ser yekîneyekî artêşa Iraqê kirine û êrîşê heta destê sibeya îro Sêşemê (21-08-2018) berdewam kiriye.”

 

Riyaz Hesen da xuyakirin, ku çekdarên DAIŞê di êrîşê de motorsîklet bikar anîne.

 

Hesen amaje bi wê yekê kir, ku DAIŞiyan cejn wek derfet bikar anîne û bi vî awayî êrîşî ser hêzên artêşa Iraqê kirine.

 

Efserê artêşa Iraqê da zanîn, ku di êrîşê de leşkerekî artêşa Iraqê hatiye kuştin û çend leşker jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst