Bexda ji bo awareyên Tileferê 40 hezar kon dabîn dike

21-08-2017
RÛDAW
Ji bo awareyan kon û alîkariya mirovî têne amadekirin
Ji bo awareyan kon û alîkariya mirovî têne amadekirin
Nîşan Bexda Tilefer aware operasyon kon alîkariya mirovî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Operasyona kontrolkirina Tileferê ji aliyê hêzên ser bi Hikûmeta Iraqê ve bi fermî dest pê kir. Li gel vê pêvajoyê, Hikûmeta Iraqê biryar da, ku ji bo awareyan dest bi dabînkirina konan û alîkariya mirovî bike.

 

Wezareta Koç û Koçberiya Iraqê ragihand, ku bûye sê roj li ser dabînkirina cihê awareyên Tileferê mijûl in û 40 hezar kon li gundekî rojavayê Tileferê saz dikin.

 

Ji Wezareta Koç û Koçberiya Iraqê Mihemed Ezîz Mihemed diyar kir: “Li ser daxwaza berpirsên parêzgeha Neynewayê, me 40 hezar kon dabîn kir ji bo welatiyên ku ji Tileferê dê bibin aware. Herwiha alîkariyên weke xwarin û pêwîstiyên din, ji niha ve em dabîn dikin.”

 

Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê ji bilî dabînkirina konan û gihandina alîkariya mirovî, çend kamp jî li Badoş û Tel El Zelat ava dike.

 

Mihemed Ezîz Mihemed herwiha got: “Ji despêka operasyonê ve, di nav sê rojên derbasbûyî de me amadekariya xwe ya ji bo gihandina alîkariyan kiribû. Herwiha ji bo awareyan me cih amade kirine.”

 

Piraniya niştecihên Tileferê tirkmen in. Nêzîkî hefteyek e gelek kes ji navçeyê reviyan. Heta niha bi rêya qacaxî ji wê navçeyê derdiketin, lê piştî kontrolkirina beşeke Tileferê, wisa tê payîn ku bi yekcarî xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst