FLAŞ - 36 tawanbarên wê komkujiyê hatin îdamkirin

21-08-2016
RÛDAW
Nîşan Tîkrît Komkujî Nasiriye
A+ A-

Bedxa (Rûdaw) – Cezayê sêdaradana 26 kesên ku tawanbarên komkujiya Spyker a Tîkrîtê bûne, hate cîbicîkirin.

 

Wezareta Dad a Iraqê ragihand ku 36 tawanbarên komkujiya Spykerê îro (21-08-2016) hatin sêdaredan.  

 

Wezareta Dadê amaje bi wê yekê kir ku biryara sêdaredana tawanbaran beriya niha ji aliyê Serokomarê Iraqê ve hatibû îmzekirin.

 

Çavkaniyekê ji Girtîgeha Navendî ya Nasiriyê ji medyaya Iraqê re ragihand ku biryar bi amadebûna Wezîrê Dadê Heyder Zamlî hatiye cîbicîkirin.

 

Herwiha malbatên qurbaniyên komkujiyê jî amade bûne.

 

Roja 12ê Hezîrana 2014ê çekdarên DAIŞê dora Akademiya Lekşkerî ya Spyker a bajarê Tikrîtê girtin û hezarû 700 leşkerên bê çek dîlgirtin.

 

Li gorî amarên Wezareta Mafê Mirovan a Iraqê di hezar û 566 leşker ji aliyê DAIŞê ve hatine gulebarankirin.

 

Piraniya termê qurbaniyan jî avêtin rûbarê Dîcleyê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst