Îraq dixwaze Serokkomar li ser êrişên Tirkiyeyê agahiyên zelal bide

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê daxwaz ji Serokomarê Îraqê Letîf Reşîd kir derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê agahiyên zelal bide.

Artêşa Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişên xwe yên li hemberî gerîlayên PKKyê ji hezîranê ve bi dijwarî berdewam dikin.

Alîkarê Serokê Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Îraqê Segvan Sindî ji Rûdawê re axivî û got:

“Di civîna doh de, komîteya me biryar da ku nameyeke fermî ji Serokomarê Îraqê re bişîne û xwest ku derbarê êrişên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê agahiyên zelal bide.”

Rola Îraqê di êrişên Tirkiyeyê de heye?

Herwiha Segvan Sindî got, “Di nameyê de komîteya me ji Serokomar Letîf Reşîd dipirse gelo hatina Tirkiyeyê û ew êrişên Tirkiyeyê bi koordîneya Îraqê ye yan jî rola Îraqê tê de heye?

Lijne dixwaze bersiva vê pirsê bi dest bixe ka çima Îraq li hemberî operasyonên Tirkiyeyê bêdeng e.”

Li aliyê din Segvan Sindî diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê heta niha 30-40 kîlometreyî ketiye nav axa Herêma Kurdistanê.

Êriş bi dijwarî berdewam in

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman 16î Tîrmehê ji Rûdawê re ragihandibû Tirkiyeyê 381 caran Herma Kurdistanê topbaran û bombebaran kirine.

Li gorî CPTyê, ji ber bombebaranên dawî yên Tirkiyeyê 182 malbat koçber bûne.

8 gund hatine valakirin

Kameran Usman da zanîn ku ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyeyê li navçeya Amêdiyê ya Dihokê 8 gund bi temamî hatine valakirin.

Herwiha Kameran Usman ragihand ku metirsiye heye 602 jî bên valakirin.

65 hezar donim zeviyên çandinyê şewitîne

Li aliyên din li gorî CPTyê, li parêzgeha Dihokê di topbaran û bombebaranên Tirkiyeyê de 65 hezar donim zêviyên çandiniyê jî şewitîne.

Di 8 mehan de 8 sivîl hatine kuştin

Di 8 mehên borî de li Herêma Kurdistanê di bomberanên Tirkiyeyê de 8 sivîlan jî canê xwe ji dest daye.

Herwiha sivîlek jî birîndar bûye.

Di 33 salan de 344 sivîl hatine kuştin

Li gorî amarên CPTyê, ji 1991ê heta niha li Herêma Kurdistanê 344 sivîlan di bomberanên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye û 358 kes jî birîndar bûne.