Êrîşa Zaxoyê; Li Iraqê rojek şîn hat ragihandin

21-07-2022
RÛDAW
Nîşan Zaxo Topbaran Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî topbarana Tirkiyê bo ser cihekî geştyarî li sînorê rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê ku di encamê de 9 kes hatin kuştin û zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn, bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li seranserê Iraqê rojek şîna neteweyî hat ragihandin.

Encumena Wezîran a Iraqê ragihand ku li ser fermana serokwezîrê welat Mistefa Kazimî roja 21ê Tîrmeha 2022an li seranserê Iraqê şîna giştî ye.

Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê jî ragihandiye ku li avahiya sereke ya wezaretê li Bexdayê û herwiha li tevahiya balyozxane, konsulxane û nûnertiyên dîplomatîk ên Iraqê yên li derveyî welat, sersaxî tên qebûlkirin.

Artêşa Tirkiyê duh Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an cihekî geştyarî li gundê Perex ê ser bi rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê topbaran kir ku li gor daxuyaniyên fermî yên rayedaran, di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û zêdeyî 30 kesan jî birîndar bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Herêma Kurdistanê topbarana wê cihê sivîl bi tundî protesto kirine. Herwiha hikûmeta Iraqê jî bi tundî topbarana cihekî geştyarî li qeza Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir.

Li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, şandeke Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên û hin berpirsên leşkerî û emnî duh serdana cihê bûyerê kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî serdana cihê bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand, ku êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin.

Topbarana wî cihê geştyarî li Iraqê bû sedema nerazîbûnên berfireh û li gelek bajarên Iraqê li dijî Tirkiyê xwepêşandan hatin kirin.

Ew yek di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de înkar kir ku êrîş ji aliyê artêşa wî welatî ve hatibe kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst