Nûrî Malîkî: Kurdistan nabe dewleteke serbixwe

21-07-2017
RÛDAW
Nîşan Nûrî Malîkî Referandûm Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê ragihand, ku Kurdistanê berî çarenivîsa xwe bi mayîna li gel dewleta federalî de diyar kiriye û lewma nabe dewleteke serbixwe.

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Parlamantoya Iraqê Nûrî Malîkî di hevpeyvînekê de ji ajansa rûsî Spûtnîkê re got: “Eger referandûm were kirin jî Kurdistan nabe dewleteke serbixwe.”

 

Nûrî Malîkî herwiha diya rkir: “Hem ji aliyê hiqûqî û hem jî ji aliyê destûrî ve Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne. Kurdan di referanduma Destûra Bingehîn a Iraqê ya 2005ê de çarenivîsa xwe diyar kirin û biryar dan Iraqeke federal ava bikin. Mafê wan nîne her roj derbarê çarenivîsa xwe de biryarekî bidin. Dibe referandumê bikin lê Kurdistan nikare ji Iraqê veqete."

 

Ev daxuyaniyên Malîkî di demekê de ye, ku roja berî Hizba De’wa ya Malîkî serokatiya wî dike, derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû: “Referandûm û siyaseta Herêma Kurdistanê rêkariyên rejîma berî tînin bîra mirov. Ev yek dibe sedema tevlîhevkirina aştiya civakî û siyasî ya Iraqê.”

 

Roja 7ê Hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.

 

Piştî vê civînê Serok Barzanî bi nivîsîneke fermî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan raspart da ku amadekariyên yasayî yên referandûmê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst