Serokkomarê Iraqê yasaya budceyê pesend kir

21-06-2023
RÛDAW
Nîşan Serokkomarê Iraqê Projeyasaya Budceya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd îro yasaya budceya federal pesend kir.

Serokkomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd piştî pesendkirina yasaya budceyê diyar kir ku fermîkirina budceyê dê bibe xaleke werçerxanê ji bo destpêkirina bernameya nû ya hikûmetê.

Abdulletîf Reşîd got, “Pesendkirina budceyê qonaxek e di cîbicîkirina bernameya hikûmetê de ku tê de pêwîstiyên welatiyan tên dabînkirin û xizmetguzariyên sereke yên weke tendirustî, perwerde, jêrxana aborî pêşkêş dikin.”

Reşîd bal kişand ser giringiya hewlên ji bo pêşvebirin û pêşxistina çavkaniyên aborî di demekê de ku Iraq rûbirûyê pirsgirêkên aborî û keşûhewayê û sînordarkirina xerciyên hikûmetê ye û hewlên hemû aliyan di pesendkirina yasaya budceyê de bilind nirxand.

Parlamentoya Iraqê piştî danûstandinên 5 rojan di 12ê Hezîranê de budceya sala 2023an ku 198.9 trîlyon dînar in (153 milyar dolar) pesend kir.

Li gorî vê yekê Herêma Kurdistanê ji budceyê ji sedî 12.67 para xwe werdigire.

Li gorî yasaya budceyê, hinardekirina petrola Kurdistanê dê bi çavdêriya SOMOyê were kirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê rojane 400 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bike û dahata hinardekirina petrolê jî dê li ser hesabê ku li Banka Navendî ya Iraqê hatiye vekirin, were zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst