Mijareke girîng a serdana Erdogan a Îraqê: Av

Hewlêr (Rûdaw) - Bi bilindbûna pileya germahiyê û guherîna avhewayê li Iraqê û kêmbûna asta ava çemên Dîcle û Feratê yên di van salên dawî de pirsgirêkeke civakî derxist holê.

Îraq dixwaze bi serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji krîza avê û hişkesaliya ku bandor li herêmên çandiniyê kiriye re çareseriyekê bibîne.

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Îraqê Xalîd Şemal li ser mijarê got:

“Serokwezîr çend caran ragihand ku pirsgirêka avê karê pêşîne yê hikûmetê ye û heta garantîkirina ava Îraqê tê de nebe mijarên din nayê gotûbêjkirin.”

Îraq çend mijar amade kirine ku bi Tirkiyê re li ser guftûgoyê bike.

Ji wan mijaran a herî girîng jî pirsa avê ye û Hikûmeta Îraqê bi peymanên berê yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de dixwaze pareke adil jê re were dayîn.

Şewirmendê Serokwezîrê Îraqê Fadî Şemerî jî da zanîn:

“Bêguman mijarên siyasî û geşedanên li herêmê û mijara avê dê ji mijarên herî girîng ên hevdîtinan bin.

Bi nêrîna me Îraq û Tirkiye dê li ser wan li hev bikin. Dosyayên din ên hestyar û aloz ên di warê ewlehiyê de hene ku di nav wan de dosyaya sînorî û hin grûp hene.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan berî çend rojan ragihand ku av dê bibe yek ji rojevên herî girîng ên serdana wî ya Îraqê.