Serokwezîrê Îraqê Newroz bi Kurdî pîroz kir

21-03-2024
Nîşan Serokwezîrê Îraqê Newroz Kurdî Pîrozkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Newroz bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî pîroz kir.

Mihemed Şiya Sûdanî di peyama xwe de got, “Xeyn ji xebata bi hev re û bilindkirina nirxên hevpar û çarenûsa hevpar rêyeke din nîne.”

Serokwezîrê Îraqê di peyama xwe de Newroza Kurdên li Başûrê Kurdistanê pîroz kir û got:

“Ez hêviyên herî baş pêşkêşî gelê ezîz ê Kurd ê li Herêma Kurdistanê û hemû gelê Îraqê dikim”.

Mihemed Şiya Sûdanî pirrengiya Îraqê, ji bo xizmetan û parastina mafan wekî “hêz”ê bi nav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst