Serokwezîrê Iraqê îro diçe Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro serdana Tirkiyê dike.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser vexwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rojên 21-22ê Adarê serdana Tirkiyê dike.

Mihemed Şiya Sûdanî dê ligel Erdogan hevdîtinê bike. Di rojevê de hebûna PKKê ya li Herêma Kurdistanê, avadankirina ji nû ve ya Iraqê, pirsgirêka avê di navbera her du welatan de û pêşxistina peywendiyên her du welatan heye.

Herwiha dê mijarên herêmî û navdewletî jî di civînê de bêne rojevê.

Sûdanî, piştî ku sala 2022ê hat hilbijartin yekem car bi serdaneke fermî diçe Tirkiyê.