MÛSIL – 93 kes di çemê Dîcleyê de xeniqîn

21-03-2019
RÛDAW
Nêzîkî 93 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nêzîkî 93 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nîşan Dîcle Mûsil Keştî
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Li Mûsilê keştiyek li ser çemê Dîcleyê wergeriya û di encama bûyerê de heta niha 93 kes xeniqîn.


19:30 Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Iraqê Seid Mein ragihand ku hejmara welatiyên ku li Mûsilê di nav ava çemê Dîcleyê de xeniqîne, gihiştiye 71 kesan.


18: 30 Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Adil Ebdulmehdî li ser bûyera Mûsilê ku îro di nav çemê Dîcleyê de 66 kes xeniqîbûn, fermana lêkolînê daye û xwestiye ku di nav 24 saetan de sedema bûyerê were eşkerekirin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Adil Ebdulmehdî bi xemgînî bûyera li Mûsilê dişopîne, ku di wê bûyerê de bi dehan jin û zarok bûne qurbanî.

 

Adil Ebdulmehdî ferman daye ku hemû şiyanên dewletê ji bo lêgerîn û rizgarkirina qurbaniyan werin bikaranîn.

 

Herwiha Ebdulmehdî ji bo malbatên qurbaniyên bûyera Mûsilê jî sersaxî xwestiye.

 

 

17: 41 Wezîrê Tendirustî yê Iraqê Ela Elwan ji Rûdawê re ragihand ku hejmara qurbaniyên ku di nav avê de nêzîkî 66 kesan jiyana xwe ji dest dane û heta niha 66 kes hatine rizgarkirin. Ela Elwan eşkere kir ku xebatên rizgarkirinê berdewam in.

 

Ela Elwan herwiha destnîşan kir ku wan ji Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku alîkariya wan bikin û deriyên nexweşxaneyên Hewlêrê jî ji bo alîkarîkirina qurbaniyan vekirî bin.



 

17:15 Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Rêkewt Heme Reşîd jî li ser bûyerê ji Rûdawê re ragihand: “Wezîrê Tendirustî yê Iraqê li min geriya, daku em bigihîjin hawara birîndarên bûyera Mûsilê û niha 10 ambûland ji Duhokê ber bi Mûsilê bi rê ketin.”

 

17:00 Endamê Encûmena Parêzgeha Neynewa Seydo Husên Tatanî ji Rûdawê re ragihand: “Îro keştiyek bi hejmareke rêwiyan wergeriya, ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn. Di encama bûyerê de çend kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn.”

 

Seydo Husên got: “Bûyer li devereke geştyarî ya bi navê Cezîre Siyahî û li ser çemê Dîcleyê li aliyê bakurê Mûsilê û li nêzîkî Hotel Neynewa qewimî. Tiştê ku tê zanîn heta  niha 10 kes winda ne.”

 

 


 

Di destpêka bûyerê de çavkaniyekî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro pêncşemê li girava geştyarî ya li navçeya Xabat a Mûsilê li ser çemê Dîcleyê keştiyek noqî avê bû û di di encama bûyerê de nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku jin û zarok jî di keştiyê de hebûn.

 

 

Li gor zanyariyan, tîmên polîsê çem hewl didin ku welatiyan rizgar bikin û termên qurbaniyên ji nav çem derxin.

 

Duh çarşemê (20-03-2019) Fermangeha Çavkaniyên Avê ya Mûsilê ji ber vekirina deriyên Bendava Mûsilê hişyarî dabû, lê belê îdareya girava geştyariyê guh nedaye hişyariyên fermangehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst