Bexdayê pêşwaziya biryara Hewlêrê ya hinartina petrolê dike

21-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Iraqê di karûbarên Enerjiyê de Husên Şehristanî, pêşwazî li biryara Serokewzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya hinartina rojane 100 hezar bermîl petrol bi rêya şîrketa petrola Iraqê, SOMO re kir û ragihand, ev biryar encama seretayî ya danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ye.

Piştî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, dê ji roja 1ê Nîsana îsal ve û wek niyazpakî rojane 100 hezar bermîl petrol bi rêya şîrketa iraqî ya SOMO re bişînin derve da ku kêşeyên navbera her du aliyan de werin çareserkirin, Bexdayê pêşwaziya vê yekê kir.

Alîkarê Malikî di karûbarên enerjiyê de Husên Şehristanî, di daxuyaniyekê de ev biryar hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erênî nirxand û ragihand, ev biryar encama seretayî ya danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser kêşeya petrolê ye.

Şehristanî, diyar kir ku Bexda li bendê ye ev rêjeya petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê were zêdekirin da ku dahata Iraqê jî zêde bibe.

Ji ber arîşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, heta niha bûdceya sala 2014an a Iraqê nehatiye pesendkirin, ev jî karîgeriyek nebaş li ser rêveberina welêt û jiyana welatiyan kiriye.

Hikûmeta Iraqê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ku rojnane 400 hezar bermîl petrola xwe bişîne derve û ev jî divê bi rêya şîrketa iraqî ya SOMO re were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst