PÊNGAVEK BO PARÇEBÛNÊ - Iraqê xalên gumrikê danîn ser sînorê Kurdistanê

21-02-2016
RÛDAW
Nîşan Iraq Kurdistan Parçebûn Gumrik
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Iraqê li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û beşa Erebî ya Iraqê xalên gumrikê danîne û bacên gumrikê li ser wan kelûpelan werdigre, ku ji Kurdistanê ber bi bajarên navend û başûrê Iraqê tên şandin.

 

Alîkarê Rêvebirê Giştî yê Gumrikê yê Herêma Kurdistanê Ebdulqadir Ebdullah di daxuyaniyeke ligel Rûdawê de aşkere kir, ku Hikûmeta Iraqê li ser sînorê bi Herêma Kurdistanê re dest bi danîna xalên gumrikê û wergirtina bacê kiriye.

 

Ebdulqadir Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Ew karê Hikûmeta Iraqê dilgiranî li cem bazirganan çê kiriye, ji ber wê yekê ku carek din jî bacên gumirkê li wan tên wergirtin.”

 

Alîkarê Rêvebirê Giştî yê Gumrikê yê Herêma Kurdistanê sedema wê biryara Bexdayê aşkere kir û got, Bexda dibêje ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê yasaya danasîna gumrikê cîbicî nake, ji ber wê çendê jî ew bacê li wan kelûpelan werdigrin ku ji Kurdistanê ve ber bi cihên din ên Iraqê tên şandin.

 

Ebdulqadir Ebdullah li ser wê hinceta Bexdayê jî axivî û sedema cîbicînekirina yasaya danasîna gumrikê ya Iraqê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve vegerand bo li berçavgirtina kirîza darayî û bêmûçeyî ya karmendan û herwiha bêpereyî ya bazirganan û tekez dike, ku yasaya danasîna gumrikê ya Iraqê pereyên zêdetir wek bacê ji bazirganan werdigre.

 

Bi wê biryara Hikûmeta Iraqê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê zêdetir û aloztir dibin û Bexda bi xwe, Iraqê pêngavek din nêzîkî parçebûnê dike.

 

Pêştir rûniştvanên parêzgeha Besre li başûrê Iraqê li hember cîbicîkirina wê yasayê li benderên wê parêzgehê nerazîbûn nîşan dabûn û Wezîrê Darayî yê Iraqê Hûşyar Zêbarî jî bi wê yekê tohmetbar kiribûn, ku dixwaze bi wê yasayê bazirganan neçar bike, kelûpelên xwe bi rêya Herêma Kurdistanê derbasî Iraqê bikin.

 

Hinek ji parlamenterên Iraqê jî di dema gotûbêjkiria bûdceya sala 2016 a Iraqê de, pêşniyar kirin ku Hikûmeta Iraqê li ser sînorê navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê binkeyên gumrikî dane û bacê li kelûpelan werbigre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst