ÎRAQ – Encamên hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan hatin pesendkirin

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Îraqê Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan Encûmenên Parêzgehan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, encama hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan pejirand. 

18ê Kanûna Pêşîna 2023yan hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraq û hin bajarên Başûrê Kurdistanê hatin kirin.

Li Îraqê piştî hilbijartinên 2013an cara ewil bû ku hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Lê li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê jî piştî 18 salan ew hilbijartin bi rê ve çûn.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê îro encamên encama hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan pejirandin.

Li parêzgehên ku piraniya niştecihên wê Kurd in, ji 75 kursiyan, Kurdan tenê 15 kursî bi dest xistin.

Belavbûna van kursiyan li parêzgehan wiha ye; Kurdan li Kerkûkê 7 kursî bi dest xistin ku 5 ji wan ên YNKyê, 2 kursî jî yên PDKyê ne.

Li Nînowayê (Mûsil) 6 kursî, 4 ji wan Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û 2 jî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi dest xistin.

Herwiha berbijêrên YNKyê kursiyek li Diyaleyê û kursiyek jî li Selahedînê bi dest xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst