Di êrişekê de 11 serbaz hatin kuştin

21-01-2022
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Êriş Iraq Berhem Salih Diyale
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro danê sibê çekdarên DAIŞê li navçeya Uzem a parêzgeha Diyale êrişî baregeheke artêşa Iraqê kirin û di encamê de herî kêm 11 leşker û efser hatin kuştin.

Li gor çavkaniyeke ewlekarî ya xwecihî, sibeha roja Înê 21ê Çileya 2022ê, hejmarek çekdarên DAIŞê li Parêzgeha bi çekên curbecur êrîşî xaleke leşkerî kirin. Di êrîşê de herî kêm 11 leşker û efserên Îraqî hatin kuştin.

Herwiha parêzgarê Diyale Muthanna el-Temîmî  jî ragihand ku roja Îro 10 leşker û efserekî Iraqî ji ber îhmalkariyê di êrişê de hatine kuştin.

Temîmî got jî “Sedema sereke xemsariya leşkeran a di bicihanîna erkên xwe de ye, ji ber ku baregeh bi temamî bi kamerayên termal, dûrbînên şevê û her wiha birceke nobetê ya beton hatiye xurtkirin.”

Li aliyê din Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek parvekir û tê de dibê je “Êrîşa terorîstî ya tirsonek ku qehremanên artêşê li Diyalayê rastî wê hatin, hewldaneke nefret û têkçûyî ye bo armanckirina ewlekarîya me, û bêguman divê hewlên vejandina terorê li herêmê neyên biçûkxistin. Erka me xurtkirina eniya navxweyî ye û bi mafên destûrî yên niştimanî ji bo pêkanîna hikûmeteke jêhatî ku asayîşa niştimanî diparêze û xizmeta gel dike pêk bînin.”

Sala borî hejmara êrişên Daiş li seranserê Iraqê û herêma Kurdistanê zêde bûn û di encamê de hejmarek Pêşmerge şehîd bûn û hejmarek ji gundiyên Kurd hatin revandin û kuştin. Ev êrişa dawî ya DAIŞê li ser leşkerên Iraqî di sala 2022an de êrişeke ku hata niha herî zêde qurbanî hatiye dayîn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst