Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e îro duşemê fraksiyonên Kurdistanî yên li parlementoya Iraqê bicivin. Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje ku ajendaya civînê dê li ser mijara budce û pişka Herêma Kurdistanê be.
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê yê li Parlementoya Iraqê Musena Emîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro duşemê 21-01-2019an, endamên fraksiyonên Kurdistanî li parlementoya Iraqê dicivin û civîn jî dê li ser budce û pişka Herêma Kurdistanê be daku ber çavê me zelal be û helwesteke me ya hevbeş a bihêz hebe.
Musena Emîn herwiha diyar kir: “Civîn li ser vexwendina Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoyê Beşîr Hedad e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse