Elî Sîstanî: Divê jinên Êzidî û Tirkmen bên berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Merciyê bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî roja Duşemê di civînekê de ligel serokê tîma lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî derbarê tawanên DAIŞê de civiya û daxwaz kir ku jin û keçên Kurdên Êzidî û Tirkmen ên hêj di destê çekdarên DAIŞê de mane, ji destê wê grûpê bên azadkirin.

Ofîsa Ayetullah Elî Sîstanî di dauxyaniyekê de ragihandiye, Sîstanî roja Duşembê piştî nîvro pêşwazî li serokê tîma lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî ya derbarê tawanên DAIŞê li Iraqê û navçeyên din de (UNITAD) Christian Richer kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Elî Sîstanî bi kurtasî guhdariya pêngavên tîma lêkolînê kir û Merciyê bilind ê Şîeyên Iraqê pesnê qurbanîdana hêzên Iraqî di têkbirina DAIŞê de û bidawîkirina desthilata wê rêxistinê ya berdewam kir û wek "destkefteke dîrokî ya mezin bi nav kir.

Sîstanî gotiye, “Eger ne ji vê serkeftina bibiryar bûya, ti kar ji bo derxistina DAIŞê û hesabpirsîna wan a ji ber tawanên xwe yên li dijî Iraqiyan re nedibû.”

Di beşeke axaftina xwe de Elî Sîstenî gotiye, “Ji bo rizgarkirina jinên Tirkmen û Êzidî yên ku li Sûriyê bi rêxistina terorê re mane divê xebat bên kirin.

DAIŞê zirara herî mezin gihand Kurdên Êzidî

Di 3 Tebaxa sala 2014an de DAŞê êrîşî sînorê qezaya Şingalê li parêzgeha Neynewayê kir û di wê êrîşê de nêzîkî 5000 Kurdên Êzidî kumkuj kirin, herwiha ji ber êrîşan 2 hezar û 745 zarokan dayik û bavên xwe ji dest dane û sêwî mane.

Her di wê êrîşê de 6 hezar û 147 Kurdên Êzidî hatine revandin, ku ji wan 3 hezar û 548 kes jin û 2 hezar û 869 kes mêr in. Di encama xebatên ji bo rizgarkirina wan kesan de, heta niha 3 hezar û 555 kes hatine rizgarkirin.

Tê çaverêkirin, beşek ji wan Kurdên Êzidî ku bêserûşûnin, li Kampa Holê ya li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bin .

Qaymeqamê qezaya Til Eferê Qasim Mihemed Şerîf duh Duşembê ji Rûdawê re ragihand, tenê li qezaya wan ji sala 2014an ve 400 heta 450 kes bi taybet keç û jin ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine desteserkirin.

Qaymeqamê Til Eferê got, di navbera 40 heta 50 kec û jin vegeriyane qezayê, lê belê ewên din çarenivîsa wan ne xuya ye. Bi gotina Qasim Mihemed Şerîf, tenê malbateke xelkê Til Eferê ji kampa Holê vegeriyaye wê navçeyê.