MÛSIL – Du êrîşên DAIŞê hatine têkbirin

20-12-2016
RÛDAW
Nîşan Şerê_Mûsilê DAIŞ Iraq
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Hêzên Heşda Şeibî ji rojavayê Mûsilê ve, hêzên artêşê jî ji başûr ve êrîşên DAIŞê têk birin. Li gorî agahiyan DAIŞê di van êrîşan de darbeyên giran xwariye.

 

Çavkaniyekê ji nivîsîngeha ragihandina rêxistina Bedirê ji Rûdawê re ragihand; “Hêzên Heşda Şeibî îro (20/12/2016) li nêzîkî firokexaneya Tieleferê êrîşekê çekdarên DAIŞê şkînandin. Di encama pevçûnan de zêdetirî 10 çekdaran hatine kuştin û 3 otomobîlên leşkerî yên DAIŞê jî hatine têkbirin.”

 

Çavkaniya Rûdawê eşkere kir, ku mîlîsên şîe navçeya Tirleferê dorpêç kirine û got; “ji ber vê morale wan pir xirab e û hêza berevaniya wan nemaye. Çekdarên DAIŞê xendekan dikolin û peykerên ji dar datînin da ku me xelet bikin. Rewşa wan pir xirab e û li rêya revê digerin.”

 

Ji aliyê din ve hêzên ewlekariya Iraqê li gund3e Zibe ya Başûrê Mûsilê, êrîşekê çekdarên DAIŞê şkînand.

 

Polîsên Federal ên Iraqê jî ragihand, ku serbazgeha Xezlan a Mûsilê bi tundî hatiye topbarankirin.

 

Roja 17ê Cotmehê operasyona Mûsilê dest pê kir. Heta niha Artêşa Iraqê 40 taxên rojhilatê bajêr kontrol kirine.

 

Fermandarê Giştî yê Firqeya Zêrîn a Iraqê Dazil Berwarî eşkere kir, ku li gorî pêşbîniyê wan dê di nava 2 mehan de tevahiya bajêr bê kontrolkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst